Akış
Ara
Ne Okusam?
Giriş Yap
Kaydol
Îbo Begê berxê Mala Hacı Qero bêîman e bêdin e lawo Dema ku vê sibebgê li remagê jorin dibîne devê çapiliyé li ser van marusan diğerine koka xulam û xizmetkara ,esmer û vê sibengê xas saldata li vanmarusa tine gule barûde Îbo Begê xilas bûne sê fişegê wi dimîne xwe bi yalê haremê ra digihîne tu ser bike deri bi ser çolix û çocixê da kilît dike zirza qetlê lê dixîne vê sibengé koka çolix û çocixé xwe tine tu sér bike Necibe Xanim bi tenê dimîne Xwedé xira bike derdé ciğerê tişteki din nîne go berxê tu pişta xwe bi bavê xwe da bizivirine go bavo qetla mi li te helal be namûsa Mala Hacı Qero namûseki giran e tu qiza xwe bikuje bira namûsa te dest pêya nemine Dema ku vê sibengê Necibe Xanim dikuje namûsa wi nav dest dest û pêya namine
Dengbêj Şakiro dema 6-7 sali bûye li Cemalvêrdiyê ew û kekê wî Salih demançeya bavên xwe bi dizî ji mal hildigirin û pê dilîzin. Kekê Dengbêj Şakiro, Salih jî bi qesta listikê berê demançê dide wî û berdidê. Ji diranê kursî yek dipeke aliki çeneya wî birîndar dibe, gule di alîkî sîngê wî de dimîne. Piştî birina ser doxtor û tedawîkirinê baş dibe. Xalis Begê kurê Evdilmecid Begê ji bo tedawîkirina wî hewlek balkêş dide. Lê ev bûyer li ser Dengbêj Şakiro bandoreke mezin dihêle. Heta dawiya temenê xwe bi awayê kuxikê lê der dibe.
Rûpel 34