Piştî çûyîna te, tu dizanî çend caran roj çû ava?
Çend caran heyv wenda bû?
Çend caran stêrk vemirîn?
Çend caran daran pel weşandin, gul û nêrgizan serî tewandin?
Çend caran leg û hechecokan em terikandin?
Lê dîsa, roj derket.
Heyvê xwe nîşan da.
Stêrkan çirûsk dan.
Dar xemilîn, gul û nêrgiz bişkivîn.
Leg û hechecok jî vegeriyan.
Lê Tu?
Roj derbas bûn,
Hefte derbas bûn, meh derbas bûn,
Ji sedsala bîst û yekê yazdeh sal derbas bûn.
Lê, ne sewtek ne jî agahiyek ji te derket.
Kes nema ku me jê nepirsî.
Cî nema ku em neçûnê,
Dîsa jî me tu nedîtî.
Tu li ku yî?