Bedewî
xwe li çavên te danî
Min nebêj ev xewnek e,
ne jî tarî...
Dest dirêjî destê te,
Min xwe li çavên te danî
Gotinên zelal ji zimanê te
Bûye stranek,
li wareke biyanî..
Ta ta porên te,
nûwazeyek e ji xweza
Xweza ken, xweza dilgermî..
Çavên kildayî,
çavên min lê mat mayî.
Hest, fikr û raman;
Tev li gel te mayî..
Çavên te li çavên min,
Taser kil mayî.
Ez di xewneke tarî de,
Bedew,
Tu bi çav, ronahî û kilên xwe;
Li ku mayî?
Kenê te,
tabloyek dîrokî
Welat,