Dibêjin xewnereşk li zarokan çêdibin
Derew e!
Ya ku zarokatiya min kiriye bindestê xewnan agirê şevê nîn e, xemên xortanî ye
Li bejna tayêşeke porê sîtavê hatiye xemilandin xeyalfiroşiya pêşerojê
Kund dixwîne!
Xeberên nebixêr di rê de ne ji bo m'esûmiyeta zarokatiya min dîl bigirin