Gulistan,
Evinika dila
Nizanim çawa dest pêkim
Awirên te, awirên min ketibû ew ro
Roj dibiriqiya
Brûskek xerib ji dilê min derbas bû çû
Min meze kir kaniya te ye zelal şelû bû
Û ewran reş û tari xûya bûn
Ji bo ku bibinim
Ev çi êş bû şêlû dikir kaniya te
Min xwe berda li kûrahiya çavên te
Sanki keti bûm alemek din
Dinyayek nip û nû
Bihna azadiya dihat ji kulilkan
Bihna hevî û evinê
Kevokên spi li ser çekên şikestî difiriyan
Lê min zû fehm kir
Ku ev dinya, ya te bû Gulistan
Tenê ya te
Ne ji min ra
Ne ji ji yeki din ra cih tunebû