Axayê mi siyar be!
Mîrê mi siyar be!
Ji bo malê dunê ne sefîl, ne jî tengezar be
Bira felek bi te ra yar be
Nebû bira çend saleka li erdê Îranê
Kafirê Ecem bi te ra neyar be bajo!
Gellek axa û begên bi nav û deng dixwazin ku Evdal bi maltî bibin cem xwe û ew bibe dengbêjê wan. Evdal daxwaza wana qebûl nake, naxwaze bikeve binê hukmê tû kesî. Lewra ew denbêjekî serbixwe û destûrdayî bûye.