Neden kendimi bir gokdelenin tepesinden asagi atmak istediğimi açıklayabilir miyim? Neden kendimi bir gokdelenin tepesinden asagi atmak istediğimi tabiki açıklayabilirim.
ez ê tenê h-ewqasê bêjim; ez dikarim minaka kecikeke ciwanik ya ku min di serdema romantîkên berîya qasek niha de ew nas dikir bidim; piştî bi azwerîyeke nepenî çend salan ji lawikek hez kir û pir baş dikarî pê re bizewice, ji ber çi be nizanim, xwe bi xwe çend hincetên nehatî fehmkirin lê anî; tê bîra min di dawîyê de, ji kaprîsên kesayetî, nemaze ji bo ku bişibe Ofeliaya Shakespeare şevek di bahozî de xwe ji serê tehtekî bilind avêtibû çemeke têra xwe kûr, boş û xwe kuştibû. Heta wusa, gelek dem berîya niha ew tehte ku dîmenê wî hewqas çavhebîn, hilbijartî û têra xwe ecibandî nebûya jî, li dewsa wî, peraveke riprast û ji rêzê hebûya, belkî jî xwe nedikuşt. Ev mînaka ku min dayî bûyer rast bû. Divê mirov bawer bike ku di her du sê nifşên dawîyê yên civaka Rûsan de, bûyerên wek vî yan jî yên dişibîn vî ne hindik in.
Jina generêl, tam sê meh piştî mirina Sofya Îvanovnayê ji nişka ve hat bajarê me û rasterast ket mala Fyodor Pavlovîç. Fyodor Pavlovîçê ku ev heşt sal in yek carê jî nedîtibû, wek serxweşeke derketibû pêşberî jinebîyê. Li gorî vêbêjeyan, jina general çawa ku çav li wî dikeve bê gotin du şimaqan rûyê wî daye; paşê jî destên xwe li porên wî alandîye, sê caran jî bi erdê ve zeliqandîye û paşê jî dîsa bê gotin rasterast çûye wê qulûbê, li cem zarokan. Gava ditîye ku zarok di nav qirêj û gemarê de nin şimaqek jî binê guhê Grigorî daye û jê re gotîye ez ê zarokan bibim mala xwe û hema di wê demê de zarok li betanîyan pêçandîne, li erebeya xwe siwar kirîne, ew birine bajarê xwe yê ku lê dirûne. Grîgorî wek xulameke girêdahî xwedîyê xwe ew şimaqe daqûrtandîye nav dilê xwe, li ser de jî hîç dengê xwe dernexistîye. Gava xanima y-extîyar li erebeyê siwar dike, heta nîv bejnê xwe qor kiriye, bi dengeke hestîyar gotîye" Xweda yê ji bo van sêwîyan qat bi qat mûkafat bike." Jina general j gava bi erebeya xwe dûr diçe: " De wê de here sersem" gotîye û ûrzê wî birîye.