Xwendineke dijkolonyal
Puan vermedi·180 syf.··
2024 98. kitabı
·
13 günde okudu
·
Okunma: 01 Eylül 2024 00:00
"Kîjan wêje, kîjan huner, kîjan çand, kîjan nirx? Ji bo kê, ji bo çi?" (177) Ev berhem, di eslê xwe de, mukirhatina nivîskarê Kenyayî N. W. Thiongo ye ku çawa piştî çendîn salan ji mala xelkê (Yên din/Ewrupa/Mêtinger) vegeriyaye mala xwe (Em/Afrîka/Mêtinkirî). Di nav berhemê de nivîskar ji me re behsa demajoya vê vegerê (homecoming) dike. Di serî de, Thiongo bi me dide zanîn ku mêtingerî derdekî hevpar e ji bo hemî gelên mêtinkirî, lewra li ku derê biqewime, li wirê hema bêje bi heman modelan tevdigere. Ji ber hindê, herçî kesên ji vî derdî muzdarîb dema vê pirtûkê bixwînin dê bibêjin "aaa ê ev behsa me dike, nexwe Kenyayî birayên me ne, reş in lê xweş in :)" hwd. Ger wisa be çareseriya ku ji bo xelasiya Afrîkayê divê, ji bo gelên din ên mêtinkirî jî derbasdar e. Thiongo, di berhemê de herî zêde li ser meseleya ziman disekine, lew ziman amraza ewil (belkî ya herî girîng) e ku mêtingerî bi saya wê pêk tê. Ango yên ku diçin welatan, dixwazin wan deran zevt bikin, li wir hakimiyetekî ava bikin, berî her tiştî zimanê wan welatan ji navendê derdixin û "zimanê xwe" dikin navendê. Ne tenê ziman herçî tiştên ku miletekî dike milet dikeve ber çerxa mêtingerîyê, bi vê re jî biçûkxistin û bîyanîkirin dest pê dike: "Rûxandin an bêqîmetkirina bi qesdî ya çand, huner, reqs, ol, dîrok, erdnîgarî, perwerde, çanda devkî û wêjeya gelekî û berzkirina bi zanebûn a zimanê mêtinger. Hakimiyeta zimanê gelekî ji aliyê zimanên neteweyên mêtinger ve ji bo hakimiyeta alema hişî ya yên dagirkirî pir girîng bû." (51) Tê dîtin ku dagirkerî berî her tiştî di "hiş" de dest pê dike, lew doza azadiyê jî divê herî pêşîn di wir de dest pê bike. Tişta ku nivîskar ji me re dibêje ev e û ev jî bi rêya dagirkirina zimên pêk tê. Berzbûna zimanê "wan" bi xwe re biçûkbûna zimanê "me" tîne, bîyanîbûn dikeve
Rizgarkirina Hiş ji MêtingerîyêNgugi Wa Thiongo · Cervantes Yayınları · 20188 okunma
Jineke Miri Li Cihangire
Puan vermedi·144 syf.··
2022 16. kitabı
Bi gelemperî dema ez nivîsên nivîskarên jin dixwînim bivê nevê pêşî bala min diçe ser zayenda lehengên wan. Bi gotineke din meraqa min ya "Gelo lehengên nivîskarên jin jî bi gelemperî mêr in an ew jî weke nivîskarên zilam ji aliyê empatiyê ve qels in?" -helbet ne hemî nivîskar- ji ber ku ez jî li gor xwe bi nivîsandinê mijûl im û dîsa li gor xwe di warê afirandina lehengên jin de pirsgirêkên min hene ji min we ye ku hemî kes mîna min e. Hey min qala lehengan kir ezê ji lehengên Jana Seyda dest pê bikim. Lehengên wê yên zilam weke qalibekî ne û herwiha dema peyva 'zilam' dibe kirde di cihekî de, çi tiştên asayî di mêjiyê xwendevan de bi awayekî gelekî asayî û xwezayî şîn bibe ne kêm ne zêde ew tişt şînbû di mêjiyê min de jî. Ger ez vê hevokê hinekî din jî hêsan bikim ez dikarim wisa bêjim ji aliyê afirandina lehengên zilam de -derûniya wan- nivîskar weke ku xwe pir ne êşandiye ango bûyer ji vegotina ango ji nîşandana kesayeta lehengên zilam pêştir û girîngtir sekiniye. Li gor min diviya hinekî din jî li ser derûnî û kesayeta zilaman bihata sekinandin. Gelo li ser yên jin têra xwe sekiniye? Mixabin bersiva min ji bo vê jî dê ne erênî be. Ji aliyê hûnandina çîrokê ve bi min xweş hat. Herwiha roman bi du çîrokan dimeşe û dawiya dawî herdû çîrok dibin yek. Helbet ev şêwe an jî vegotin vegotineke klasîk e. Lê dîsa jî li xweşa min çû weke xwendevanekî. Nexasim rûpelê herî dawî ku bi awayekî nazîre bi Alan Kurdî ve hat girêdan li cem min bû xelaskarê romanê jî. Di hin ciyan de nivîskar weke hemî nivîskarên Kurd -her çiqas ne weke yê mêr be jî- hinekî sloganîst tevgeriyaye. Ev jî çarenûsa me ye û bi erdnîgarî û bextreşiya me ve girêdayî ye ango tiştekî asayî ye êdî. Lê bi ya min divê êdî ev tişt biguhere an jî bi hostatiyeke têr û tije di nav çîrok û romanan de bê
Kurdî
Jineke Mirî Li CihangirêJana Seyda · Avesta Yayınları · 202139 okunma
Her çiçeğin bir mevsimi, her kitabın bir zamanı vardır. Haziranın tadını yeni hikâyelerle çıkarın.
Puan vermedi·336 syf.··
2021 21. kitabı
Kitêb, ji ewropa bigire heta fîlîstîn , afrika afganistan, korea, hawaî, amerîka û hwd.. gelek lêkolînên li ser tevgerên jinan dihewîne. Lois A. West di vê berhemê de devî devî 13 xebatên li ser tekoşîna jinan berhev kiriye. Di Pirtûkê de meriv bersîvên gelek pirsan dibîne mînak : jinên kêderê bo mafê xwe çi kirine ? Herî zêde tevgera jinan li ku hatiye çewisandin? Tekoşîna jinan li her derî wekî hev dimeşe an faktorên erdnîgarî û civakî li ser tekoşînê bandor dike ? Mesela dîn û cîvaka bavsalar çi astengiyê derdixe hemberî jinan , tekoşîna jinên ewropayê zehmet e an yên rojhilata navîn. Di navbera netewperwerî û femînîzmê de girêkên çawa hene ? Jin dikarin bibin hem femînist û hem jî netewperwer? Di dîrokê de jinên ku derê ev herdû têgih li ba xwe hewandine ? Bo xelazbûn û azadbûna gelê xwe jinan li ku derê, çi kiriye? Gelo netewperwerî femînizmê saz dike yan rewş lap berovajî ye ? Balkêş e, mirov dibîne hemû rejîmên zordest û faşîst ji heman pencerê li jinan dinêrin. Ne tenê Faşîtên wekî Franco , Mussolonî û Hîtler , totalîter li ku hebin hemû jî jinan wekî bafriqeya zarokan dibînin û hepsê malê dikin bo xizmeta “mêr û kurên xurt” bikin û wan ji dewletê re hazir bikin. Her çiqas mîna berhemeka berhevkirî û akademîk xûya bike jî wergera wê ez newestandim. Fahrîye Adsay wekî wergera “dewleta cihûyan - T. Herzl” wergereke zelal pêkanîye û ev berhem kiriye kîsê kurmanciyê.
Neteweperweriya FeministLois A. West · Avesta Yayınları · 20214 okunma
10/10
·194 syf.··
Beğendi
·
2019 2. kitabı
Berîya ku nivîskar vê berhemê biafirîne ev erdnîgarî nivîskar diafirîne dikemilîne, dibe tuxmê zayîna wî ya duyemîn. Êdî ji bo wî rastî, rastîya hunerî ji nû ve teşe û mane distîne. Li wê dera dûrî medenîyetê, di nav xwezaya hişk de mirov jî layî hokerên dîtir parçeyrkî wê xwezayê ne, loma li vir mantiqekî dîtir ê mirovan heye. "Gava te rahişt vê pirtûkê ji bo xwendinê, bila ferheng û defterên gerokên mezin li ber destê te bin. Tiştên li vir nivîsandî, dilopên parzinandî ne, yên serbûrîyeke mirovane. Heye ku rojekê, bi kêrî gerokekî din î rêşaşkirî yan jî rêwinda bên."
Demsalek Li HekarîyêFerit Edgü · Cervantes Yayınları · 202014bin okunma