HER TIŞT JI BO TE
Bekin û bal narîne
Qirik morî mircane
Bo xatire û şerefe te
Bo biraniya û nave te
Bo xîreta dile te
Bo eşq û sewda te
Bo re û reça evîna dile te
Balkeşe surete te
Zend û tilîyen te
Gava ten bîra mın
Û ber çaven mın
Her tışt jî qurbana te
Du peyve xweş û bi deng î
Wek baxçe gûlen deh rengî
Eşqe te tijî dikim îskana xwe
Dikim bade û şeraba xwe
Wedixum du iskana bo te
Bilind dikim bo şerefe te
Dikevim xeml û xeyelan te
Dişewitim agire te
Her tişt ji bo te û qûrbana te
Ez bixwim dile te
Ne ew tav bûya
Min ê çardeh qirnan
Av vexwara ji wan her du kanîkan
Ew tayên porê te
Min ê di hemû çepera dil de biçanda
Bi emeletî xwe hilkira heta çongê
Bêr di dest de
Di hênikahiya her sibehên xwedê de
Ji wexta ku yar hilperikî
xwîna te;
ya dîn,
fereh,
û bilind... û hey bilind,
te berrî û çolistan li xwe kirin,
mîna "Xirqeyekî" ji reşa ebedê.
Ji eşqa wê;
Hesen Evdale ırmağında çağlayan aşıklar: Heso û Nazê
gazetekarinca.com/2020/11/hesen-e...
Heso û Nazê destanı klasik bir Kürt aşk destanıdır. Tarihi ve toplumsal olayları zengin edebi içerik ve teatral nüvelerle yoğuran, müzikle sentezleyen dengbejlik sanatı sayesinde günümüze kadar