Keç û Lawên Kurd
Tu dizanî ey weten, îro bo çi bêbeş î,
Bo çi destî şev nîşanî te dida nema reşî,
Bêjme te esbabê mezinî zillet û çarereşî,
Ciwanê Kurdan her li wextê meyê dikin xîretkêşî,
Wextê bade tê ser meclisê, navê Kurd tê ser ziman,
...
Miletê ciwanê wî sist be, mirî ye, najî,
Şadmanî textê jîn û tacê 'ezet nîne,
Ciwanê Kurdan her li wextê meyê dikin xîretkêşî.
Miletê ku ciwanê wî cust be, dijî, qet namire,
Qet tu cara dest û pê wî wa li bendê nabe,
Sed hezar tîxê(rimê) zemanê be, stuyê te nabire,
...
Hûn heta kengê her li wextê meyê bikin xîretkêşî
Seyrî baxê weten kin, hişk bûne, bûne xezan,
Seyrî xunçê nû bişkivî kin, çend beban naz helweran
Şahdê bêkarî hûn in, we vaye av hate birîn,
Eyb e, ta kengê her li wextê meyê bikin xîretkêşî,
Eyb e, xortno xudanê vî çîyayî û daxa Kurdî tu,
Xudanê tarîxa xûnîn û delirî û Gurd î tu,
Eyb e, bêkarî, heta kengê seyrî nakî, mirî tu,
Rabin ey xortno, we tê bigihînim, me'na millet çi ye,
Ku bizanin ji xeynî mezheb rêga çi ye?
...
Dildar
Yûnus Raûf(Dildar) şairê sirûda neteweyî ya Kurdistanê ye, ya bi navê Ey Reqîb.