Têkilîya min a bi karkeran re wisa dewam dikir, ji bo min baş bû, min sûd jê werdigirt, min xwe hîn baş nas dikir, min êdî ne bi çaveki teorik, bi çaveki pratik-rasteqînî li karkeran dinêrî. Édî min digot, ev karkerên çandinîyê ne, ne yên endustrîyê ne, nivgundi ne, hesabên rojane pirtir dikin û hwd. Di serî de ez ji vě tabloya karkeran pir aciz dibûm, diqehirîm, min ev tablo qebûl nedikir. Hêdî hêdî min bi çavekî hîn objektiv li vê tabloya karkeran dinêrî. Gerilayên Filîstînî jî ez wisa şaş û mat hiştibûm. Beri ku ez biçim Sûriyê û gerilayên Filistînî bibînim, bi awayekî romantik min gerîla nas dikir; sîleha wî li pişta wî ye, derveyî şoreşê tu tiştî nafikire û nake, pir jîr û jêhatî ye, gerîlayek kane bi artêşekê re şer bike, rêxistinên Filîstînîyan hemû şoreşger û têkoşer in. Ji bo gerîla û rêxistinên Filistînî ez wisa difikirîm, lê gava ku ez çûm, min ew dîtin, bi wan re rûbirû bûm, min dît ku ne wenî ne. Wenî bûna baş bû, bi dilê min bû, ev îdealîzasyon e, di heşê xwe de ez îdealîze dikim, lê rastî ne li gor îdealîzasyona min bû. Gava ku min pêşmergeyên Başûrî dîtin jî ez şaş mabûm, min dît ku tu cudatîya wan û gundîyên Dêrikê tuneye. Rahiştinin sîlehên xwe û derketinin serê çîyan, pir qehremanî kirinin, di şerên dijwar de bi mêrxasî cî girtinin, lê însanên vê civatê ne.