SARÛM (romaneke ji nîşka ve)
Puan vermedi·240 syf.··
2025 2. kitabı
·
15 günde okudu
·
Okunma: 02 Mayıs 2025 10:17
Romaneke ji nîşka ve “Nexweşîyek li dinyayê peyda bûye mirov ji hev digire û ji nîşka ve dimire wekî mirîşka janê.” 68 Dema mirov romana Sarûm a “ji nîşka ve” dixwîne, herî pêşî rastî wêrekîyekê tê. Na, na, behsa wêrekîya lehengên romanê nakim; behsa wêrekîya afirînera romanê dikim a xwe bi hevoksazîyeke bizdonek wêrekîyeke kovî dide hîskirin. Ji bo afirînera romanê hem kurd, hem jin, hem dayik û hem zî(jî) nebîn/kêmbîn e mirov romanê bi hasasîyeke cê û teybet dixwîne. Loma min roman seresere û “ji nîşka ve” nexwend (ne seresere an jî ne “ji nîşka ve” xwend), bi qelema xwe xwend. Van dehsalên dawî li edebîyata kurdî “ji nîşka ve” zaf popûler bûye. Li gelek berheman bala min dikêşe. Nola gelek tiştan versiyonên wê jî hene. - nîşkava/nîşkave - ji nîşkê ve - ji nîşkê va - ji nîşka ve - ji nîşka va Li seranserê cîhanê 285 milyon kesên kêmbîn/nebîn/kor hene, beşeke gelekî hindik ji wan bûne nivîskar û beşeke bi hejmara tilîyan jî roman nivîsîne. Eger mirov nivîskarên kêmbîn/nebîn ên cîhanê meraq bike, rastî sê navên sereke tê. 1- Didymus, (Didymusê Kor) (313 - 398) 2 -Ebu'l-Alâ el-Maarrî (Arebî) 3- Ebu Abdullah Cafer ibn Muhammed Rudekî (Cara pêşî wî bi alfabeya farisî nivîsîye) Şaîr, dehayê edebîyata farisî ya modern tê qebûlkirin) Piştî van navên sereke "Cîhana Nû ya Wêrek" a Aldous Huxley balkêş dixwîye. "Huxley di salên ciwaniya xwe de ji ber nexweşiyekê piraniya dîtina xwe winda kir, lê ew bi tevahî kor nebû. Nêrîna wî ji ber katarakt û şert û mercên din ên çavan pir bi sînordar bû û kêm bû. Her çiqasî vê rewşê bandor li pêvajoya nivîsandina wî kiribe jî, wî lnivîsîna berhemên xwe domand. Cîhana Nû ya Wêrek yek ji klasîkên edebiyata dîstopîk e." Nivîskarên kêmbîn/nebîn bi piranî helbest, bîranîn û kurteçîrok nivîsîne. Li Tirkiyê gelek berhemên ji
Kurdî
SarûmLeylana Sıdîq · Red Yayınevi · 20221 okunma
8/10
·160 syf.··
Beğendi
·
2021 11. kitabı
"Cemîlê Nigarkêş û Heft Qambihostên Dewletê" Di vê pirtûkê de heşt çîrok hene. Berî vê pirtûkê min romana Şener Ozmen ya bi navê "Xeyb" ê xwendibû û li gor xwe min digot ez amade me ji zimanê wî re. Lê dema min dest bi çîrokê kir ya rastî min dît ku divê ez hîn gelek nanê tenûrê bixwim. Min hin çîrokan sê caran xwendin. Zimanê Şener Ozmen ya rastî baldariyeke taybet dixwaze. Mirov hema nîv xulek ji çîrokan dûr bikeve te ku dît leheng di nav mijeke gewr de dikin wenda bibin. Dem û leheng bi awayekî ecêb bi hev ve girêdayî ne. Gelek caran min lehengên çîrokan li nav hev dixist. Digel ku xwendineke dijwar dixwaze jî tameke efsûnî jî dihêle ya rastî. Ez dixwazim hinekî li ser çîroka "Gêdûk" ê bisekinim. Çîrokeke bi min pir balkêş bû. Di çîrokê de empatiyeke vajî hebû. Kurd kî ne çi ne çi dixwazin bi vegotineke îronîk, bi demeke îronîk, bi lehengên îronîk aniye ziman li gor min û gelekî bala min kişand. Lehengên çîrokê jî mîna ne Kurdan bi xûmam in. Çîrok hem li Nisêbînê ye hem li Şengalê ye û hema bêje li temamê Kurdistanê ye. Êş heman êş in, bendewarî heman bendewarî. Lê empatiya vajî serê mirov ji qestî tevlîhev dike û dixwaze birînê kûrtir bike ji bo ku raman jî kûrtir bibe. Nivîskar bi vegotineke dewlemend li pêşberî xwendevanan disekine. Nivîskar dewlemendiya peyv û vegotinê jî ji xwe re kiriye xem ango li gor min digel ku dikaribû bi sê sed çar sed peyvan ji van çîrokan edebîtir û bi bandortir jî binivîsandaya lê belê diyar e ku xwestiye vegotina çîroka Kurdî di çemê postmodernîzmê de carî bike. Ji ber vê yekê xwendevan di gelek ciyan de dibe ku aciz bibe û bi ser hin ciyan de qevaz bide. Gelo hewce bû bi zimanek û vegotineke bi mij binixûmandaya çîrokan? Bersiva min bila ji min re bimîne. Helbet xwendevanên ji min çêtir û jîrtir dê bi wêrekî bersiveke têr û tije
Kurdî
Cemîlê Nîgarkêş û Heft Qambihostên DewletêŞener Özmen · Avesta Basın Yayın · 20203 okunma