Li Ser Pirtûka Bextitar Elî 'Hinara Dawî ya Dinyayê' Kurteşîroveyek
Puan vermedi·352 syf.··
Beğendi
·
2021 10. kitabı
Li Ser Pirtûka Bextitar Elî "Hinara Dawî ya Dinyayê" Kurteşîroveyek Berî her tiştî ev roman weke sîberekê ye, weke spêleyekê. Herwekî mirov li çîrokeke mişt xûmamî guhdarî bike vebêjer mirov hêdî hêdî dikişîne nava bûyerê. Lehengê me Muzaferê Subhdem bi zimanekî edebî û mişt keser dest bi vegotina xwe ya dîlîtiyê dike. Dema roman dest pê dike xwendevan bêyî hemdê xwe ji nav xirecira bajêr, rêzeavahiyên rengorengo, qornayên wesayîtan, deng û rengê sedsala bîst û yekemîn derdikeve û hêdî hêdî ber bi çoleke ku ji qûmê pê ve tu tişt lê tune ye ve dişemite. Bêdengiyeke tije keser, bêrîkirineke bê giyan xwendevan hembêz dike. Berî ku xwendevan li wê biyabanê di nava bablîsoka qûmê de wenda bibe vebêj ango Muzaferê Subhdem bi destê xwendevan digre û wî tîne dixe nav şerê birakujiyê. Xwendevan di carekê de xwe di nav dinyaya zarokên ku di nava şerê birakujiyê de bê dê û bê bav xwe li parçeyek jiyanê girtine de dibîne. Birîna birakujiyê bi gelemperî mijara romanên Bextiyar Elî ye. Vê êşê bi awayekî pir edebî û pir êşandî tîne ziman. Birîneke wisa ye ku çend sal bi ser ketibe jî û çend sal bi ser bikeve jî tu carî qalik ne girtiye û dê tu carî qalik ne gire jî. Tenê bi hevokeke romanê bi me dide fehm kirin ku şerê birakujiyê çiqasî kirêt û çiqasî bê bext e: "Te dixwest di çi de bimire. Di şer de, di êrişê de, ji bo welêt... ji bo dayika me welêt ku welatperwer mîna qehpikekê lê siwar dibin?" Hezar pirtûk jî li ser vî şerî werin nivîsandin li cem min encax weke vê hevokê bandor li kurdekî bikin... Lehengên romanê di nav dinyayeke bi mij de ne û her yek ji wan mîna lehengên çîrçîrokan in, mîna lehengên çîrokên ku berî ceryan dinyaya me tarî bike me ji dê û pîrên xwe guhdarî kiriye ne. Du xwişkên ku bi temamê tevgerên xwe bi awayekî pir sosret li ber çavê xwendekaran hatine şayesandin damareke stûr ya romanê diafirînin. Bûyer û çîrok her tim tên û di bin siya wî porê wan î dirêj de bêhna xwe berdidin, li wir radiwestin. Lehengek heye ku taybetiya nivîskar ya herî girîng di kesayeta xwe de dihewîne 'Mihemedê Dilşûşe' Lehengekî ku dilê wî ji şûşeyê ye û di avahiyeke ku ji camê pêk hatiye de dijî. Lehengekî ku hestiyartirîn mirovê dinyayê ye. Digel ku ev tişt tiştekî awarte û dûrî aqil e jî nivîskar vegotinê bi şêweyeka wisa xemilandiye ku mirov di romanê de vî tiştî qet weke dûrî aqil nabîne. Ev awartebûn û sosretî di heman demê de di kesayeta herdû xwişkan yên bi navên Lavlavka Spî û Şaderyaya Spî de jî heye. Weke min di destpêkê de jî got hem vegotin hem wext hem mekan û hem jî leheng weke sîberekê, weke spêleyekê ne. Sîbereke ku bi temamî ji rasteqîniya welatê me afiriye. Sîbera rastiya ku em çiqasî jê birevin jî ew weke neynikekê tim û daîm li pêşberî me ye. Bextitar Elî van nihêniyan bi awayekî efsûnî aniye ziman. Herwiha Bextiyar Elî yek ji wan nivîskarê bi nav û deng e yê ku şêwaza 'Rasteqîniya efsûnî' bi kar tîne ye. Vî tiştî di romanên xwe yên bi navê "Êvara Perwaneyê", "Apê Min Cemşîd Xan Ku Her Tim Bê Ew Li Ber Xwe Dibir" û "Qesra Balindeyên Xemgîn''de jî bi awayekî pir serkeftî aniye ziman. Vî tiştî bi vegotineke hosteyî aniye ziman ku xwendevan tu carî jê aciz nabe. Vegotineke ku weke gerînekekê xwendekaran dikişîne nava xwe. Seryasê Subhdem ku di pêvajoya romanê de neynik her û her li serê ye gav bi gav nihêniyekê li xwe zêde dike û xwendevan bêtir dikişîne nav bûyerê. Sê kesên ku bi navê Seryasê Subhdem hene û bavek li pey rêça wan diçe. Helbet di romanê de pêvajoya şerê birakujiyê ya ku di bîst û yek salan de welêt serobino kiriye bi awayekî pir zelal û serkeftî hatiye ziman. Di encamê de hewceye mirov bibêje ku Bextiyar Elî ne tenê ji bo edebiyata Kurdî ji bo edebiyata dinyayê jî şensekî mezin û bi qîmet e. Ew lûtkeyek e di edebiyatê de. Siheta wî xweş be û her û her biafirîne. Min hemî pirtûkên wî yên ku wergerî Kurmancî bûne xwendin ev ya dawî bû. Kesên ku bixwazin tama vegotina zimanê Kurdî bigirin bila teqez bêyî ku xulekekê jî wenda bikin dest bi xwendina Bextiyar Elî bikin. Hêvîdar im emê di pêşerojê de dengê wî di qadên edebiyata dinyayê de pir bibihîsin. Erê min got hêvîdar im lê bawer bikin tu şek û gûmana min ji vê yekê tune ye, ez bi vê yekê ji sedî sed bawer im. Nîşe: Tenê ji bo mirov Bextiyar Elî bixwîne û nas bike jî hêja ye mirov hînî Kurdî bibe
Kurdî
Hinara Dawî Ya DinyayêBextiyar Elî · Avesta Yayınları · 202082 okunma
··
744 Gösterim
2 Yorum
Lütfen giriş yapınız.
Wey seet xweş mamoste. Ev nirxandinêk xweş bû malî ava 🙏 Min nû destpêkir . Min dîna xwe bidimê ka kî çi gotiye. Ez şîroveke wusa qelibum. Min hijmekarî xwend. Destê te saxbe. Tu her hebî 🙏💐
Rûbar Elî
Gönderi Sahibi
🌿😊 spas dikim hûn jî her hebin.
Mala te ava. Nirxandineke serkeftî ye. Em li benda nirxandinên nû ne.
Rûbar Elî
Gönderi Sahibi
Zor spas her hebin☺️ hêvî û armanca min jî ev e☺️🙏