Gönderi

Berdewama pirtûkê ... 2-) Hêjar û mêrikê pîr li ber êgir runiştibûn xwarin dixwarin lê qet nedipeyivîn , hêjar dixwest ku bipeyive û pirsa jê bike lê dîsa jî neweribû bipeyivîya lê divêt ku bipirse kîye ji ku ye çi dike li serê vî çîyayê bilind , hew debarkir û newêrekîya xwe ji ser xwe avêt û pirsî kalo tu kî yî ? Mêrik kenîya û got ma tu zanî biaxivî ? Min got belkî tu lal bî ... Hêjar hinekî şermkir û nema peyivî demekê ... Kalo dîsa di ber xwe de kenîya û li hêjar nêrî got dem çiqas zû derbas dibe min nizanibû kû ez kal bûme û dîsa kenîya .... Hêjar jî kû kalo kenîya wekî wî jî fedîya xwe revand û kenîya .... Kalo; tu dixwazî min nas bikî ez kî me ji ku me , hêjar; Erê Kalo ; Tu dev ji min berde ez bêjim jî tu fêm nakî ku ez kî me , ji bo tu min nas bikî dem divê , tu mêvanê min î tu bêje tu kî ye ; Hêjar fikirî lê newêribû bahsa xwe ji kalo re bike ,kalo nasnedikir û tiştê ku hêjar jiyabû wê çawa bi kalo re parvebikirana. Çiyayê ku kalo lê dijîya li gorî ku hêjar zanibû kesek nikaribû li wan çiyaya jiyana xwe dom bikirana çiyayekî asê. Bilind û tim berf baran ba bahoz bu ... Hejar ; Ez ji kengî ve li vira me ? Kalo kêfa wî ji hêjar hat di dilê xwe de got ; ne yekî sivike difikire dipeyive zû bi zû xwe nade dest . Kalo fikirî got heger ê ku ez li benda wî me ev xort be karê min ne pir zore ... Kalo; Ev du sê hefte tu li virî ... Hêjar ; Ez çawa hatim vir? Kalo; min te li berîyê dît tu ne li ser hişê xwe bû ... Hêjar ; Tu ji kengî ve li vir dijî kalo Kalo kenîya Kalo; Ez ji zû de li vir dijîm û ji min re bêje zerdeşt... Hêjar ; Tu tenê yî ? Zerdeşt ; Na ez ne tenê me... Hêjar; Malbata te zarokên te hene ? Zerdeşt; Tiştekî wisa ye ... Hêjar; Çawa yanî tiştekî wisa ye ? Zerdeşt; Teyrekî min î baz û marekî min û roj a min heye ... Hêjar ; Min fêm nekir? Zerdeşt; Min ji te re gotibû tu fêm nakî , ji bo ku tu fêm bikî dem divê û bi gotinê mirov hînî tiştna nabe , divê mirov bijî , bi gotinê kêmasî dimîne ... Wekî ku ji te re gotine li van çiyayan kesek nikare bijî û va ez dijîm ... Ev mînakek bû ... Hêjar di ber xwe de serê xwe hejan wekî ku got erê tu rast dibêjî . Zerdeşt; Tu dixwazî bi hêsanî min nas bikî û ez jî ji te re dibêjim ez kalekim ji zû de li vir dijîm ev çiyayekî bilinde û berîyek fireh li binya vî çiyayî ye ev besîte ye te min baş naskir ? Serê hêjar tevlî hev bibû gelo zêde peyivîbû ... Hêjar; Lêborîna xwe dixwazim zerdeşt ez hinekî bi tirsim , demê borîde min pir tiştên ne xweş û zor bihartîye ez ji bo wê dixwazim zanibim. Tu kî yî û ez li ku me. Zerdeşt; Çi zû bes kirî , jiyan her dem tiûtên ku mirov dixwaze bi hêsanî nade mirov , divê tu li berxwe bidî tu ked serf bikî , tu zanibî li ku kîjan gavê çawa bavê tu bi hisab û bi fikir gava xwe bavêjî ... Hêjar hin bi hin kêfa wî ji zerdeşt re dihat û xwe nêzîkî wî his dikir , difikirî ku tu xerabî ji zerdeşt nayê , ku xerabîya wî bixwesta wî rihet nedikir .. Zerdeşt; Hêjar tu bixwazî tiûtekî bi qiymet bi qedr bi destxî divê tu bedel bidî tu kedeke mezin bidî ku tu karibî wî tiştê bi qiymet di destê xwe de bigrî ...... Wê bidome li bendebin 🙂
·
38 görüntüleme
Yorum yapabilmeniz için giriş yapmanız gerekmektedir.