Gönderi

Berdewama pirtûkê... 10-) şev zîz bû û sar bû Zerdeşt çu cihê ku agir lê dike hêdîka bi nazenînîyekê rahişt qurmikekî dara pakişkir û nermeka danî ser êgîr , yekîdin jî rahiştê pakişkir ew jî danî ser êgir . Vegerîya li cem Hêjar runişt û dest bi peyvê kir . Zereşt; Hêjar ev erd asîman dinya gerdûn tiştek ji tiştê din ne veqetandîye tev bi hev ve qeyt kirî û girêdayyîye, her tiştek ji bo tiştekî heye ji bo xizmeta tiştekî hatîye efirandin. ya sereke başî û xerabî ye . Ev herdû cemser derûnîya heqîqetê di xwe de vedişêrin . Pêşeroja mirovan û dinyayê di şerê van her du cemsera de dîyar dibe. Ê ku başîyê zindî dike Hûrmûz e û ê ku xerabîyê jî temsîl dike Ehrîman e ev her du Xedavend ji roja ku dinya hatîye efirandin şer û cenga mezin dikin li hev ... Hûrmûz qeweta xwe ji mirovên baş ê dinyayê digre , mirov çiqas başîyê û qencîyê dikin ew jî ewqas xurt dibe li hemberî Ehrîman. Kesên welatê çîyê tev mirovên baş bûn hûkmê dinyê di destê Hûrmûz de bû. Dinya xweş û aramî bû ... Ev xelkên welatê çîyê Hûrmûz her mirovên bajarekî navêk li wan kiribû navê hin ji wan Subartu hin ji wan Hurrî , hin ji wan Gutî , Lulu, Kasî, Mîtanî, Nahîrî û Haldî bûn ... Li dinyê başî ewqas pêş ketibû Ehrîman êdî taqeta wî nemabû ku bi Hûrmûz re di şer û cengêkeve ... Ehrîman dixwede diqiçqiçî difikirî. Digot ka ezê çawa Hûrmûz bindest bikim... Bi rojan bi mehan Ehrîman fikirî gelo ka çi bike , gazî sê şeytanê ber destê xwe kir Turgu, Farsu, û Arpago û ji wan re got : Ehriman: Erka we hûnê herin li dinyayê xerabîyê belav bikin lê divê hûn ji welatê çîyê dest pê bikin , hûn ji çavkanîyê dest pê nekin hûn bi ser nakevin kû hûn wan neqeliînin jî divê hûn hêza wan bişkînin wan qels û zeîf bikin . Ehriman çi hûnerê xerabîyê hebe da her sê şeytana û wan şand dinyayê ... Ji wan her sê şeytana Arpgu zaf zîrek û biaqil bû berê xwe da koçera ket şiklê wan û çend rijan bi wan re jîyîya û xwe gihand serekê koçera ket aqlê wî got ma çima hûn koçerîyê dikin cîh û warê we tûne carê li deverekê ne serekê koçera got jîyana me eve tiştekî ku em bikin tune . Arpgo : Çima tune emê herin welatê çîyê li wê derê her tişt pire têra herkesî dike û wê me bihewînin nav xwe mirovên baş û qencin.. Serekê koçera biryar da got emê herin welatê çîyê , konê xwe û ajalên xwe berhevkirin berê xwe dan welatê çîyê ... Çûn hizûra hûkûmdar daxwazîya xwe ji wî re anîn ziman , hûkûmdar biryarda got welatê me têra herkesî heye hûn jî ji xwe re li cihekî bi dilê xwe bijîn . Û wisa jî bû koçer jî bibûn mirovên welatê çîyê , gelekî ji jîyana xwe razî bûn . Arpgu ev texmîn nedikir wê wisa bi hêsanî wan qebûl bikin , çendî zeman û dem derbasbûn Arpgu çu cem serekê koçeran çend rojan li dora wî çû hat û xist serê wî got ev welatê bi vê dewlemendîyê û bi vê aramîyê çima ne di destê te deye çima di destê hûkûmdarde ye .. Ev ne besbû diçû gundên biçûk û kesên gundî jî dixapandin wan ji rê dibir ku bi koçerare bibin yek . Arpgu hêdî hêdî digihîşt armanca xwe ew aramîya berê nemabû, roj bi roj Ehrîman xurt dibû û Hûrmûz ji ser qeweta xwe diket.... Li jêr mirovên welatê çîyê û koçer bihev ketin . Li jor jî Ehrîman û Hûrmûz bihevketin... Arpgu serekê koçeran Dehaq xistibû nav destê xwe çi bigota Dehaq wekî wî dikir ... Arpgu êdî gihîştibû armanca xwe lê divê ku ev serkeftin her tim bidome ji bo wê Arpgu ji Ehrîman re got temenekî bê dawî an jî pir dirêj bide Dehaq , wisa jî bû lê Arpgu divê asasê xwe bi cîh danîya ku Dehaq ji bin gotina wî dernekeve.! Arpgu çu hizura Dehaq got ez dixwazim milê te maçîbikim û te pîroz bikim , Dehaq milê xwe yê rastê bilind kir , Arpgu maçîkir got ka milê xwe yê çepê jî ezê maçîbikim Dehaq ew milê xwe jî dayê. Arpgu ew jî maçîkir û vegerîya mala xwe. Çend roj derbasbûn her du milê Dehaq jî bûn birîn û rihet nedibû agahî şandin derdora welatan gundan bajaran çend bijîşk hebin gotin bila werin ji bo birînê Dehaq rihet bikin ... Arpgu li bendî vê agahîyêbû , Arpgu xwe xist şiklê bijîşkekî û çû hizûra Dehaq , ji Dehaq re got çareserîya birîna te divê tu mêjîyê du xortan bînî wê gavê ezê dermanê te çêbikim lê divê xortên welatê çîyê be . Dehaq ji xwe êdî hûkûmdarê welêt bû du xort anîn mêjîyê wan derxistin û gazî Arpgu kirin. Arpgu hat mêjîyek bir ber milê wî yê rast ê marek ji bin çermê milê wî derket û ew mêjî xwar êşa wî milê wî şikest, duwayîkê mêjîyêdin jî da marê milê çepê ewjî şewta wî şikest ... Arpgu got ji îro pêve divê tu rojên du mêjîya bidî wan . Dermanê wê eve rihetîya wî tuneye .... Her wiha Arpgu û her dû şeytanê din li dinyê erka xwe bicîh dianîn , lê Hûrmûz jî ceze li mirovên welatê çîyê birîbû û alîkarîya wan nedikir heta roja ku serdarê artêşa Hûrmûz bê holê bê dinyayê mirovên welatê çîyê wê di vî ezabî de bijîn bi tirs û xofa kuştinê...!
·
53 görüntüleme
Yorum yapabilmeniz için giriş yapmanız gerekmektedir.