Heta kengê, heta kengê
Nezan û dîl û xembar bîn
Me dil pir bit ji kovana’
Bêçar û bêkes û jar bîn
Bextê me wek ruyê dijmin
Heta kengê hosa’ reş bit
Heta kengê, heta kengê
Tinê ev millet biheş bit
Ji bo pêşvebir’na ziman
Evro hene hezar derge
Eger bawer nekin ji min
Dişêm bînim hezar belge
Ji gazindan me dil pir bû
Birîn derbûn li ser sîn e
Eger bêjim, hene bêjin
Eve gêj e, eve dîn e
Hezar derdên giran hene
Can û cendek jev deranîn
Ji wan çendek hene dijwar
Nikarim ez bidim zanîn
Ev zimanê têr û hêja
Wek dibînim eger wa bit
Bê guman e hezar sal dî
Ji dijwarî rizgar nabit
Dewlemend e zimanê kurd
Sax û rewan û her maye
Hezar sal e bê sexbîr e
Ji bo me ev ji ber ma ye
Dixwînim ez, dibînim ez
Ristesaz û têrgiyan e
Kêmasiyek eger heye
Xwedanê wî bê îman e
-Sebrî botanî-