ji guhdar kirinê derbasê xwendinê bûm, niha dora kî/ê ye ?
10/10
·190 syf.··
2021 26. kitabı
·
2 saatte okudu
·
Okunma: 31 Mayıs 2021 00:57
Melayê Bateyî yek ji şairên me yên klasîk yê bi nav û deng e. Kitêba wî ya meşhûr mewlûd e lewra ew di civatan de her hatiye xwendin. Hem jî di medreseyên kurdistanê de yek ji kitêbên rêzê bû. Di serî de agahiyan di derheqê niviskar û pirtûkê de dide .û bi jêrenotan mirov pir jê sûd werdigire. Ji aliyê şeklî ve bi awayê nezma mesnewîyê(cotqafiye) hatiye hûnandin. Mijarên di nav kitêbê de , hemdê xwedê,pesnê hz. Muhemmed, xêra xwendina mewlûdê, ji afirandina Adem û heta vegera helîmeyê bi bal mekeyê ji bo teslîm kirina pêxember li amîneyê behsê dike ,herî dawî jî munacat û dua ye. Mewlûdê de hin peyvên erebî û farisî jî hene li gelemperî bi kurmancî hatiye nivisîn. Ji ber vê yekê dema meriv dixwîne jê fêhm dike. Herikbar e .hem bi tîpên latînî û hem jî bi tîpên erebî hatiye nivîsîn. Dizanim ku me her û her guhdar dikir. Vê carê min xwest ku bixwînim . Min çêjekê bêhempa jê stand pir keyfxweş bûm :) îcar dora we ye bixwînin. :)
Kurdî
MewlûdMelaye Bateyi · Nubihar Yayınları · 201816 okunma
··
198 Gösterim
Yorumlar
Lütfen giriş yapınız.