Gönderi

Ebdulla Peşêw - Ta Ku Çiraya Me Geş Nebe
ta ku çiraya me geş nebe, hûn ê tu carî ronahiyê bi çavên xwe nebînin. ta ku em dîl û kole bin, em ê her mîrkut û nîran, toq û zincîran li we kin! hûn ê me qir bikin? xwelî li serê we be! ger em bimirin jî, em ê tenê dîlîtiya xwe ji dest bidin, wenda bikin. ma çi ji dîlîtiyê taltir e? ger em bên kuştin jî, ma kî ji koleyê şehîd Zaltir e? hûn ê me qir bikin? xwelî li serê we be! piştî mirinê jî em nahêlin hûn welatê me ji xwe re bikin mal, em rê nadin hûn goştê me bixwin weke qirereşk û qertal! qet nebe, em ê bibin kurmik, bikevin nav dexl û danê we, em ê bibin qûmik, bikevin nav pariyên nanê we, em ê bibin mar û mişk, bi we vedin li nav nivînê we, em ê bibin mîkrob û şêrpençe, biherimînin xwîna we. em ê bibin kul, her carekê li dereka laşê we derkevin, em ê bibin jan, ji sed aliyan ve bi ser we de bên, em ê bibin zêrûyên hezarling, gewriya we hişk bikin, em ê bibin pirzik li ber lêvên we. hûn ê me qir bikin? xwelî li serê we be! piştî mirinê jî em nahêlin hûn welatê me ji xwe re bikin mal, em rê nadin hûn goştê me bixwin weke qirereşk û qertal! hûn şahiyê bikin, em ê li we bikin şînî. hûn behiyan deynin, em ê we bi pêkenînê gêj bikin! em ê zimanê we hişk bikin, çavan li we tarî bikin! em ê bibin mûyê nav nanê we û gemar di nav ava we de! ta ku çiraya me geş nebe, hûn ê tu carî ronahiyê bi çavên xwe nebînin. ta ku em dîl û kole bin, em ê her mîrkut û nîran, toq û zincîran li we kin!
·
60 görüntüleme
Yorum yapabilmeniz için giriş yapmanız gerekmektedir.