Akış
Ara
Ne Okusam?
Giriş Yap
Kaydol
Gönderi Oluştur

Gönderi

162 syf.
10/10 puan verdi
·
Beğendi
Berhema Erebê Şemo a bi navê "Şivanê Kurmanca" di sala 1935a li Ûrisêtê hatiye weşandin Yekemîn romana kurdî a nûjen tê hesip. Çîrok di aliyê xwezeya xwe de balê dikişîne ser xwe. Nivîskar qesta tu tiştî nagre. Di aliyê nivîskarê wê û her demê. Neketiye pey qalip, şêwaz nizam rêk û pêk û qerefata. Çawa di dilê wî de hatiye wusa nivîsiye. Ne ketiye bîr û bawerên xwe, ne jî ketiye pey hevokên xemilandî. Di xwezeya jiyana wê demê de. Çawa ye wusa hûnandiye. Dema xwîner vê çîrokê dixwînin baş lê sewraxt dibin ka çanda jiyana Kûrdan a rojane çawa ye. Jiyana xwe çawa li ser xwezayê ava kirine. Û çawa hertim şivanî û û rencberî kirine. Kurd pir kesîp bûne. Hertim karê piçûk ên navgundî kirine û bêwar nav derî û qapiyê xelkê bûne. Lewma şivan û olamtiya xelkê dikin. Mijara civakî bi awayê jiyana rojane a gel va hatiye hûnandin. Çîrok di aliyê mijarê ve civakiye. Lewma meriv dikare bêje çîrokek çandi an jî civakiye . Her çiqas alî ziman û zargotinê ve dewlemendbe jî. Nava çîrokê de peyvê biyanî pirin ( Duşirmişbum, teyanmiş bû, herf...) Dema dîna xwe bidî devoka îroyîn a Serhedê. Dîsa peyvên biyanî pirin. Divê ev mijar were lêkolîn kirin. Çima ew qas peyvên biyanî di nava xeberdana rojane de hene. Lewma nivîskarê wek Erebê Şemo bigre heya Şakirê dengbêj ( Kewê Ribat)heye û di Serhedê de ev tişt hîn didome.
Ereb Şemo
Ereb Şemo
Şivanê Kurmanca
Şivanê Kurmanca
Şivanê Kurmanca
Şivanê KurmancaEreb Şemo · Lis Yayıncılık · 201999 okunma
··
487 görüntüleme
Yorum yapabilmeniz için giriş yapmanız gerekmektedir.