Akış
Ara
Ne Okusam?
Giriş Yap
Kaydol

Gönderi

352 syf.
·
Puan vermedi
----BEXTİYAR ELÎ----
Bextiyar Elî!!!! Em Kurd çiqas vî nivîskarê hêja nas dikin? Em çi di derheqê wî de dizanin? Ez dixwazim vî Kalamêrê hêja heta ji destê min tê bidim naskirin. Bextiyar Elî 1960' an li Başurê welêt li bajarê Silêmanîyê ji dayîk dibe. Bi zorava soranî dinivîse, pirtukên wî jî bi giştî weşanxana avesta de çap dibin. Vêga jîyana xwe li Elmanya' yê berdewam dike. 7 romanên wî hene. Ji van 7 romanan 4 hev roman ji zorava soranî hatine wergerandin zorava kurmancî. Çend roj berê weşanxana avesta pirtûka wî ku bi navê "Bajarên Muzikvanên Spî" jî wergerandin Kurdî. Tevî wê dibin 5, Lê hêja derneketîye firotin bawerke. Û ji xeynî romanên wî pirtûkên wî helbesta jî hene. Bextiyar Elî li Almanya yê xelata "Nelly Sachs" jî distîne ku ev xelat li Almanyayê 2 salê carekê tên dayîn. Û nivîskarên wek Nadime Gordimer jî berî ku Xelata Nobelê bistînin pêşî vê Xelatê girtine. Ez zehf bawerim ku ê Bextiyar Elî jî Xelatê Nobelê bistîne. Bextiyar Elî bi tarza "Realizma Efsûnî" dinivîse. Wekî Gabriel Garcia Marquez, Orhan Pamuk... Û hêja jî Bextiyar Elî dijî. Hêvî dikim her bijî û her binivîse. Dilê min tune ye zêde bikevim naveroka pirtûkê. Wekî min di serî de jî got: Armanca min ew e qala xweşîya nivîskar, zimanê wî û pirtûkên wî bikim da ku hûn jî bixwînin û bidin xwendin. Biketekit û bi hostati 2 hev lêkolînên li ser pirtûka Hinara Dawîya Dinyayê; #106323242 #101836836 Her dû mamoste yên hêja wekî xwe lêkolîna xwe jî hêja nivîsandine destê wa sax be. ( Lê haya we ji wê hebe spoîler zehfin lêkolînê wan de ) Me reqlama xwe jî kir temame :):) Carîna mirov ji jiyanê aciz dibe. (Hinek jî hene wekî min tim jê acizin) û mirov dixwaze di vê jîyanê quzilqurt de hinek tiştên xweş bivînin (balkêş, cûda...) ku vê jîyana êdî lê nayê jiyîn, mirov neçare ku xwe bi awayekî bi sedema wa tiştan pê ve girêde. Wekî ku di pirtûkê de jî mamoste Bextiyar Elî dibêje: "Ewqasî bedew bû wexte min ji jîyanê hez bikira" ( rûpel 247 ) Jêgiranê wisa di vê pirtûkê de gelek in. Jêgiranê zehf xweş hene ku hûn li ba xwe qeyd bikin. Û her kes pirtûkê de dikare li gorî xwe wateyan derxe. Zimanê pirtûkê dive ku ji hinek xwendevanan ra giran werê. Lê gava hinek di pêşde here û li ser peyvê ku nizane lêkolîn bike zehf herikbar dibe. Yanê ez bi qurtasî bêjim derheqê vê pirtûkê de; Pirtûka wî û zimanê pirtûka wî jî ewqasî bedew bû wexte min jî ji jîyanê hez bikira!... ZÛ ZÛ ZÛ bixwînin û bidin xwendin. Lê ez we îkaz dikim hûn piştî bixwînin dibe edî hûn ji xeynî Bextiyar Elî nikaribin nivîskarên din bixwînin. Talûke ke wisa mezin jî heye yanê li xwe miqate bin. Bi hêvîya ku Bextiyar Elî zêdetir bijî, zêdetir binivîse û em jî hinek tahm ji vê jîyanê bigirin....
Hinara Dawî Ya Dinyayê
Hinara Dawî Ya DinyayêBextiyar Elî · Avesta Yayınları · 201749 okunma
··
739 görüntüleme
Şanyar Adir okurunun profil resmi
Dubare nivîsek pêkhatî. Tu her hebî
Miheme
Miheme
Dilê min jî heye ez Bextîyar Elî bixwînim (îro \sibê). Piştî vê nivîsê êdî tenê mirin dikare pêşiya min bigire 😊. Lê te gotiye xeterîyek heye ku êdî tu nivîskarî bikaribî bixwînî. Bi rastî ez hinekî çav tirsî bûm. Lewre mebesta min ewe ku. Ez ser wêjeya Kurdî hûr bim. Ez ê xwe miqate bim û bixwînim. Tu her û her hebî 💐
Miheme okurunun profil resmi
Gelek Spas dikim. Teqez bixwîne pirtûkên Mamoste Bextîyar
Jan okurunun profil resmi
Bira ez êdî dibejim qey jîyan ji me aciz bûye
Miheme okurunun profil resmi
Min qe di wî alîyî de nefikirîbû, Welleh dibe ku rast be. :)
3 sonraki yanıtı göster
Yorum yapabilmeniz için giriş yapmanız gerekmektedir.