Akış
Ara
Ne Okusam?
Giriş Yap
Kaydol

Gönderi

56 syf.
·
Puan vermedi
Eşira Birukiyan Çawa Keçen Izmiri Direvinin
Gelo hewce bû ev nivîs bibin pirtûk an jî hewce bû weşanxane ev weke pirtûkekê çap bike? Ez pir jî naxwazim zimanê xwe tûj bikim lê divê ez hin tiştan jî binivîsim. Bi ya min ji tu hêlê ve ev nivîs nebûne çîrok. Ne ji hêla ziman ve ne ji hêla teknîk û şêweyê ve ne jî ji hêla karakteran ve. Weke ku sibehê li nivîskar geriyabin gotibin heta sibê xêra xwe çend çîrokan ji bo me binivîse û wî jî di çend saetan de nivisî be. Helbet ev fikrên min in dibe ku nivîskar pir aciz jî bibe û dibe ku xwendevan jî ne weke min bifikirin. Yê min tiştê ez jê aciz bûm weşanxaneya Avestayê ku gelek berhemên hêja jê derketine û gelek berhemên hêja ku ji deriyê wê hatine vegerandin gelo çi taybetî di van çîrokan de dît ku ev çap kirin. Erê belkî hin kes bibêjin ma bila Ahmet Mithat Efendiyê me jî tune be! Erol Şaybak dengekî wî yî pir xweş heye û min li helbestên ku li ser youtube xwendiye belkî sed carî guhdarî kiriye li ser hev ewqas ku li xweşa min çûye. Nexasim helbestên Kawa Nemir û Yehya Omerî bi awayekî muazzam xwendiye. Dibe ku di pêşerojê de ez û Erol Şaybak hevdû nasbikin teqez ezê van rexneyê xwe rû bi rû jî bikim. Ji xeynî navê pirtûkê tu tiştî bala min nekişand sed mixabin. Ji bo weşanxaneyê jî dixwazim bibêjim gelo ji bo çapkirinê divê hûn û nivîskar hevdû nas bikin? An dibê tolereyeke wî hebe? Piştî vê pirtûkê tu kes nikare bi min bide bawer kirin ku tekane pîvana çapkirina pirtûkekê ji aliyê weşanxaneya Avestayê ve kalîte ye!
Eşira Birukiyan Çawa Keçen Izmiri Direvinin
Eşira Birukiyan Çawa Keçen Izmiri DirevininErol Şaybak · Avesta Yayınları · 20217 okunma
·
248 görüntüleme
Yorum yapabilmeniz için giriş yapmanız gerekmektedir.