Gönderi

Çalakiya Naskirina nivîskarên Kurd û Xwendina Pirtûkên Kurdî
Silav hevalno Weka hûn hemû dizanin em Kurd roj bi roj Dîrok, Çand û zimanê xwe dûr dikevin. Ji bo wê weka birêz Dirêj Mihemed gotîyî "Welat li hêvîya me û xebata me ye." Ez bawerim ev çalakî ya em dest pê bikin jî xebatek pîroze. ji bo Welat, ji bo ziman, ji bo pêşeroja me... Nûha hûn dibejin gelo ev çalakî yek çawa ye? Hevalno hevalên me "Çalakiya Naskirina nivîskarên Kurd û Xwendina Pirtûkên Kurdî" pêşniyar kirin û me bi hevre biryar da em vê çalakîyê saz bikin. Di meha sibatê de, em ê Celadet Elî Bedirxan Dirêj Mihemed (Mehmed Uzun) Jan Dost Emînê Evdal Bextiyar Elî Hesenê Metê Helîm Yûsiv pirtûkê van nivîskarên hêja bixwînin û wan nas bikin. Kesên ku bêjin "pirtûkê van nivîskara li cem me tune ne". dikarin pirtûkê Kurdî yê Dirokî,yê çîrokî, yê felsefî, yê wêjaya Kurdî jî ( bila Kurdî be çê be bila ew be) bixwînin. Vê pêvajo yê de em ê jêgirtinên Kurdî parve bikin û lêkolînan li ser pirtûka bikin û emê behsa nivîskarên xwe bikin em ê wan nas bikin. Kesên ku pirtûkê wayî Kurdî tune be jî, hevalên me yên xweyî pirtûk bila ji wan re pirtûka diyarî bike. (ji hevre pirtûka dîyari bikin ma tiştek vê xweştir heye?) An jî bila li ser van rûpelê " Kürtlerle ilgili kitapların bulunduğu arşiv kanalı. t.me/KurdishBookss " " Em bi hev re pirtûkên Kurdî parve dikin t.me/kitebkurdi " Telagramê pirtûka ji xwe re hilbijêrin, bînin û bixwînin. Bila ev çalakî ji bo kesên ku nivîskarên xwe nas nakin û berê pirtûkên Kurdî nexwendine,kesên ku ji zimanê xwe dûr keti re bibe sîrûş û bibe destpêkek. Wekî din dema ev çalakî ya me xilas bû, di navbera kesên ku başdarî vê çalakiyê bûyîn û şiroveyên xwe nivîsî û pirtûk xwendî. em ê navê wan binivîsînin herin pişkê (kura) û kesa ku navê wi/wê derketîre em ê dîyarî kê jê re bişînin ( Dîyarîkek vê çalakiyê bê bîr bîne) . Niha hûnê bêjin gelo dîyarîkek çaweye ? Heval Mekiye Baran pê kuça û pê tiştên xwezayî dîyarî ya çê dike û ev jî rûpela wê ye instagram.com/keviristan?utm_... dîyari ya wê/wî kesa ku qezenc bike ez bawerim Rojda gelekî spehî çê bike. Belê hevalno, hevalên welatparêz û neteweevîn! Hûnê çi bikin? - Di şiroveyan de navê pirtûka ku hûn bixwînin binivisînin. - Vê çalakî yê belav bikin û hevalên xwe di şîroveyan de etîket bikin. -Pirtûka pêşniyaz bikin. ( Bikin û bikin zimanê Kurdî pêş bi êxînin) Pêşniyar û piştgirî : Miheme https://1000kitap.com/delale_aydn Serhevde https://1000kitap.com/ava_murad https://1000kitap.com/hevidar56 sîyazey û https://1000kitap.com/_Diler7 û çend hevalên din Ji kerema xwe beşdarî vê çalakiyê bibin û piştgiriyê bidin me.
Kurdî
··1 alıntı·
7,4bin Gösterim
100 Yorum
Lütfen giriş yapınız.
Jan
Gönderi Sahibi
şervann keremke bira tevlî me bibe
PIRTÛKHEZ Helbet bê wê nabe PIRTÛKHEZ @dono @hevidar56 Özgür Dicle Dijwar 💐💐💐💐💐
Silav, xebatxweş. Di vê mehê de ez ê jixwe pirtûkek bi kurdî bixwînim. Van roj û mehan derfetên min kêm in ji bo xwendinê. Haya min çêdibe ji we nebe lê di vê mehê de ez ê pirtûkekê bi kurdî bixwînim. Sipas... Dembaş...
Jan
Gönderi Sahibi
Gelekî saxbî bira Nav xêr û xweşiyê de tu hati. Hê nûha xwendin baş.
Mem eva nêrîna min #158199158 keremke tu jî şîroveyê. Ka te çi lê girt. 💐
Mem heya destê min tê. Ez jî spoîlera direvim.
#Adar Her bijî karê pir kê cude û hêjaye. Zimanê zikmakî rîtma dilê meriv e.
Jan
Gönderi Sahibi
Her hebî xwîşkê. Keremke tu jî tevlî me bibî
Reklam
Çalakiyek hêjaye dest xoş.👏👏Çend nivîskarên di jî lê zêde bikin wek : Fatma Savci , Suzan Samanci, Jana Seyda, Yildiz Çakar, Eyşana Beravî...
Jan
Gönderi Sahibi
Spas keko ser navê hevala. Me hêdî hêdî dest pê kir inşelleh her meh ji bo naskirina nivîskarên me emê çalakiyê wiha çêbikin. Ew navên te nivîsî jî meha were em ê behsa wa bikin.
hevrîn Keremkin bila bi hevra be 🌼
https://1000kitap.com/Roj_hat Heval keremke
https://1000kitap.com/mukionlinee Xwuşkê keremke bila bi hevra be 🌼
Spas xweş 🌼