Pirtûka Ereb Şemo ya bi navê Şivanê Kurmanca yekemîn romana Kurdî tê qebûlkirin û her wiha yekemîn romana ku bi alfabaya latînî hatiye nivîsandin.
Ji ber kû yekemîn romana Kurdî ye min 10* dane pirtûkê
Belê roman em dikarin bêjin romanek biyografîke. Heta em dikarin bêjin Erebê Şemo weke ku ji jiyana xwe vegotibe. Ji xwe ser karekterê romanê jî Ereb ê lawê Şemo ye.
Roman di hela ziman de li gor min gelek giran bû yanî kurdîyek standart min di romanê de nedît û rastî ji ber xwendina romanê min gelekî zahmetî kişand. Min çend cara hewl da ku ez dev jê berdim.
Roman di dema sovyetê derbas dibe mekan jî em dikarin bêjin bi temamî kafqasyaye û bi taybetî jî Qers e.
Di serê romanê Şemo û balbata xwe weke koçer gund bi gund digerin û bi tevî malbata xwe gavantî û xulamtiyê dikin ji dewlemendê derdore. Malbata Şemo di nava xîzanî û tunebûne jiyan dikin.
Piştre Ereb şoreşa sowyetê nas dike û dikeve nav şoreşa li sowyetê diqewime û li nav gel xebata dimeşîne û wan bi rêxistin dike. Li gor Şemo sedema xizanî û neçarîye gel, axa, şêx û begin û ji xelkê daxwaz dike ku guh nedin axa, şêx û began.