Di cineta încîl, Tewrat û Quranê de
Hatim dinyayê
Di cineta Dîcle û Firatê de
Di cineta herdu çeman de
Di baxçê cinetê de mezin bûm
Nava herdu çeman
Her tişt xweş bû
Her tişt geş bû
Paşê çete û leşker ketin cinetê
Baxçê cinetê tev bû leşker
Dora cinetê girtin
Şer kirin
Xerab kirin
Mirov kuştin
Cinet herimandin