Roj, meh û sal wê bikevin navê
Helbet ezê rojekê derkevim pêşiya te
Heye ku wê rojê em herdu jî bi rojê ve winda bibin
Yan jî emê bibin keser û ji paşeroja xwe re bi girîn
Hûn ne hovê îro ne
Hovên bav û kalan e
Zordarên sedsalan e
we ji berê de xerab kiriye
Kozik û kolanên me
We daye ber xwe ji berê ve
Wekî berê palehiyê
Bav û bira
Kal û zarok
Zarokên li destê dayikên xwe
We em Kuştine…