roj ji pişt gir ê ber gund nû bilind dibû , gulperî di nav livînade bû , porê wê li ser nazbalîfa ber serê wê belawela bibû porekî reş wekî mar ji ser hev dişemitî . şewqa rojê ji kêleka şibakê avêtibû ser çavên wê …
bi rûyekî bişirîn çavên xwe vekir , ji xewnek xweş şîyar bibû û hê ew xweşî li rûyê wê dida der.
rabû çû ser bernigê misînê xwe tijî av kir û serçavên xwe şuşt hate hundir ber neynikê rawestîya guharên xwe xist guhê xwe xizêma xwe xist pozê xwe , bê ew xizêm çi bi rûyê wê yî xemzeyî diket ….
çû odeyê dîya wê taştê ji bo bavê wê amade kiribû gazî bavê xwe jî kir û taltîya xwe xwarin sifreya xwe rakir devzendikê pîyê xwe hilkir û fraxên xwe dişûşt , li alîyekî jî stran ji xwe re digot .
Dîya wê li hewşê pezê xwe derdixist ku tevlî garanê bike , şêrînê ji wîyalî de bi lez û bez dihat bi ecelakê got sibeha te bixêr xaltîka horîya tu çawa yî ka gulperî çi dike li kû ye dîya wê got gulperî wa firaxa dişo li jor e , hê gotina wê di devê wê de şêrînê di pêlikan re hildikşîya jî …
- gulê ka tu çi dikî ez hatim
+ were canê va ez firaxa dişom
- de zû bişû wextî etar were ser bêndera em ê herin tişta ji xwe re bikirin digot vê carê tiştên balkêş ewê bîne ji bin xetê…
temam va qedîya firax ka ez xwe biguherim em ê derkevin .
gulperî çû odeyê kirasekî sor gul gulî bi bejna xwe yî tenik dakir û rahişt qewlikê xwe yê pera xist paşla xwe hinek bêhna misk ê di xwe da çavên xwe bi kil ê siphanî kil kir , bu ku mirov fedî bike lê binêre …
gulperî û şêrînê dan dû hev û çûn nava gun ber bi bêndera ve .
şêrînê jî ne bi tiştekî kêmî gulperî bû ji xwe di nava wî gundî de gulperî û şêrînê bi xweşikbûna xwe bi nav û deng bûn .
bavê gulperî û dîya şêrînê pismam û dotmamê hev bûn ji xweh û bira bêhtir ji hev hez dikirin .
gulperî û şêrînê bi kêf û henek xwe gihandin cem etar , etar jî serbar û bin bar bi du hespan hatibû gund ew û lawê xwe , lawê etar jî çi bêjim wek terhikikî bejna wî zirav û dirêj rû li ken û henekçî bû destê wî wekî ê qelem û medresa bû , lawikekî çeleg bû ..
keç û jinên gund tev li derdora etar hatibûn hev heryekê tiştek bazar dikir . ji capûn bigre heta ta û derzîyê ji kilê çavan bigre heta bi destmal û çarîya tu bê çi bi etar re hebû . gulperî dixwest ji xwe re destmalekê û çend xişir wekî bazin wekî guharina lê bêbiryar bû , kîjan dismalê bistînim a sor an a mor tu dibê çi şêrînê …
şêrînê keçek bi gelberî bû kêfa wê pir ji pey û gotina re dihat hişê wê li ser kesên derdora wê bû dengê gulperî jî neçûbûyê …
ev a sor xweşike wê bi te keve ez dibêm ka hela bode serê xwe bê çawa ye va neynik li vir e gulperî bi wî dengî re li paş xwe zîvirî ku lawê etar dipeyive ..
na ne hewceye bidim aerê xwe temam ez ê vê bikirim , zû zûka pereyê lawik da dest wî û bi pîyê şêrînê girt û ber bigund ve kişkişand , hey şûrînê dibê çi bû keçê çi min dikişkişînî . gulperî qet lê guhdar nake neçar şêrînê da dû vegerîyan ser sefika mala şêrînê hinekî li wir rûniştin…
tedît ne bê zinar jî zinar bû ha …
ev tu çi dibêjî şêrînê zinar kîye mêjîyê te dîsa leqîyaye ha …
zinar navê lawê etar e wî ça wê kî be …
wîîî li min pepûkê ev te dikûr navê wî bihîst porkurê te xwe çi zû gihand navê wî .
de ma tu jî li hewa dixewve derî gulê bavê wî bi vî navî bang wî dikir dengê wî hate min, qey min neçû jê nepirsî ...
birayê şêrînê ê mezin ji cot hate malê
şêrînê zû ez birçîme karê min nîvco maye çima xwarin ne amadeye ...
gulê tu rûniştîbe ez ê herim xwarina brayê xwe bidimê ez ê werim ...
na şêrînê ez ê jî herim malê bê ka dîya min çi dike ez çûm bi xatirê te...
wê bidome înşelleh 😂