Gönderi

Li Ser YKSê û Xwendina Kurdan
Ev çend sal in kurd li pey mafên xwe ketine. Û ji bo bidestxistina mafên xwe li ber xwe didin. Di dîrokê da gelên cîhanê mafên xwe di 3 cureyan de bi dest xistine: Bi çekan, bi siyaset û bi xwendin. Ger em rewşa kurdan ya wan her sê cureyên berxwedanê binêrin: Vê sedsala borî da, gelê kurd 29 caran serî rakir. Lê wekî hûn jî dizanin ji xeynî êş û elem, ti tişt para kurdan neket. Jixwe dinya jî ne wek berê ye. Êdî şer ne li qadan e. Li ser maseyan e. Ji aliyê siyasetê da jî gelê kurd li paşiya gelên cîhanê tê. Çima? Ji ber ku siyasetmedarên me ji %80 li pey kêfa xwe ne. Jixwe %20ê din jî an li xerîbiyê an jî di girtîgehan da ne. Ji ber vê yekê, ji me re tenê xwendin dimîne. Xwendin ji bo me pir girîng e. Kurd di aliyê xwendinê da xurt in. Şikir êdî ne wek berê ye. Keç û xortên me şivanî, gavanî, bêrîvanî nakin. Dixwînin. Tev diçin zanîngehê. Ev tişteke gelek û gelek xweş e. 15-20 sal şûn da nifş an jî jenerasyona nû ya xwendî, dê zarokên xwe baştir mezin bikin. Lê pirsgirêkek heye ku min zehf aciz dike û ditirsîne. Hinek keç û xortên me gava diçin zanîngehê, qure dibin. Dema havînê vedigerin bajarên xwe, kurdbûna xwe ji bîr dikin. Kurdî naaxivin. Bi fikra wan kesên ku kurdî diaxivin dibin paşmayî, gundî û hov. Ew bi xwe jî dibin nûjen û hemdem. Xwe kurd nahesibînin. Ji xwe ra dibêjin "doğulu". Ew dibin doktor, nexweşên xwe ra bi tirkî diaxivin. Dibin mamoste, ji nezanîna tirkî ya xwendekarên kurd aciz dibin. Dibin endezyar, karkerên kurd wek koleyan dibînin. Teqez feydeya xwendinê ji me ra heye. Lê çawa? Ger kurdek bibe doktor û nexweşên xwe ra bi kurdî biaxive, ger kurdek bibe mamoste û zarokan bi rastî wek zarokên xwe û pêşeroja xwe bibîne, ger kurdek bibe endezyar û karkerên kurd wek malbata xwe bibîne ji me re bi feyde ye û cîhê wan li ser serê me ye. Sibê ezmûna zanîngehê heye. Hêvîdar im ku keda we neçe bade. Bi bîr û bawer im ku hûn ê bigihêjin cîhên xweş û astên bilind. Daxwaza min ev e ku kurdbûna xwe ji bîr nekin. Serkeftin! ❤
··2 alıntı·
1.877 görüntüleme
Bu yorum görüntülenemiyor
Sezgin Özçelik okurunun profil resmi
Dema ku mirov ne xwedî kesayet bi zanîngeha herî baş bixwîne jî vala ye, belê xwendin pêwiste, bi taybetî ji bo ciwanên kurd.Ez bawer im di vî pergala qirêj de ciwanên me ji sedî 80-90 ne ji bo civakê, ji bo xwestek ên bêehlakî xwendin wek çareserî dibîne û dibêje em mirovên azad in em çi bixwazin em dikarin bikin.
Serhevde okurunun profil resmi
Ew meseleyeke din e û têra xwe kûr û dirêj e 😁 lê wekî te gotî, kesayet pêwist e
Bu yorum görüntülenemiyor
Yorum yapabilmeniz için giriş yapmanız gerekmektedir.