Êvara perwaneyê, di wextekî mişt alozî de li bajarekî di bin mij û dûmana olperestên hişk de çîroka çend ciwanên ku dilê wan weke dilê çûkeke zelûtek hem bi tirs û hem jî bi kelecan lêdide ye...
Kêm pirtûk an jî fîlm hene piştî qedandina wan bi xwestekeke bêhempa mirov bixwaze ew tiştê çend gav berê mirov xwend an jî temaşe kir jibîrbike da ku careke din bi heman eşq û kelecanê bixwîne an jî temaşe bike. Cara çara ye ez vê romanê dixwînim û birastî jî spasdarê hemî endamê koma xwendinê ya Êlihê bi navê 'Kolektîfa Saqo' me herwiha ev pirtûk hilbijartin û bi xêra komê min careke din xwend️
Bextiyar Elî di vê romana xwe de hemî derfet û xweşiyên edebiyatê bikar aniye. Ji hêla dem, bûyer, mekan û lehengan ve wargeheke bêhempa ava kiriye ji bo romanê. Mijarên ku ev çend sedsal in weke girêkeke hişk di dilê civaka Kurd de (herwiha ji hêla olî ve di hemû civakên Rojhilata Navîn de) hişk bûye bi zimanekî edebî, bi nêrîneke rasteqîn (her çiqas rasteqîniyeke efsûnî be jî ji bo Kurdan bi ya min rasteqîniya rastiyê bi xwe ye) aniye ziman. Ji hêla avakirina lehengan ve li gor min bêhempa ye ev roman. Mirov dikare ji vê hêlê ve weke ders li zanîngehan bide. Helbet ne tenê ji hêla lehengan ve ji hêla vebêjeriyê ve jî heman tişt heye. Vegotineke orîjînal, vegotineke resen heye di romanê de. Ev vegotin xwedî efsûnekê ye, xwîner hêdî hêdî bi aliyê xwe ve dikişîne herwiha piştî wextekê xwîner ne tenê xwîner dimîne hem dibe dadgêr, hem dibe vebêjer û hem jî dibe lehengekî pirtûkê bi xwe.
Ji bo mirov vî tiştî şênber bike dikarim mînakeke wisa bidim: Dema extiyarên me, dê û bavên me li ber televîzyonê rastî bûyereke bi êş tên wijdanê wan çawa bi ziman dikeve û niçeniçek çawa bi devê wan ve dizeliqe heman tişt ji bo xwînerên vê pirtûkê jî derbasdar e. (Meseleya extiyariyê û dê û baviyê jî mixabin dem çiqasî bi pêş de diçe wijdanê însan jî weke pelên daran hêdî hêdî jê diweşe)
Roman hîn ji serî ve efsûnekê di xwe de dihewîne û xwendevan ji bo dîmenekê amade dike. Ji wan kolanên ku xwîn di cihokên wan de diherike, ji dilnerehetiya perwaneyê û ji lerz û êşa dengê vebêjera me Xendana Biçûçik diyar e ku dê hin bûyerên ne xweş biqewimin. Helbet ev tişt tenê ne bes in ji bo romanek bibe romaneke pir bi hêz. Di vir de Bextiyar Elî tiştekî ku kêm hatiye bikaranîn an jî têr û tije nehatiye bikaranîn dike û neynikê bi tevahî dide destê vebêjera ku ew bi xwe jî serlehengeke qerase ye digel ku ew li gor xwe qala serlehengeke din ya romanê(Perwane) dike.
Di eslê xwe de kîjan ji van serleheng e? Bawer im yên xwendine hemû weke min dê bifikirin: ev pirs qet ne hewceyî bersivandinê ye lewra qet ne girîng e jî️ lê îllim dê alîgirên Xendana Biçûçik derkevin yên wekî min ku wê datîne ser hemû leheng, bûyer û hemû kelûpelên romanê.
Beşa dawî jî birastî hêjayî analîzeke berfireh e ji hêla bawerî, sinc, olperestî û nasîna Xwedê ve. Herwiha nivîskar di beşa dawî de bi devê Xendana Biçûçik di derbarê olê de aforîzmayên xwe tîne ziman. Dê hin kes li dijî vê hevoka min derkevin û dê bêjin ev ne aforîzma ne, mafdar in jî rast e, li gor pênaseya aforîzmayê ev tiştê ku nivîskar kiriye tam rûnanê lewra ew fikir berê jî ji aliyê gelek kesan ve hatine ziman lê bi ya min bi vê şêweyê, bi vî şeklî, bi vê şayesandinê û ewqasî edebî ji aliyê kesî ve nehatiye ziman(helbet li gor zanîn û xwendina min) Ya rastî ev tişt ji bo romaneke bi vî rengî gelekî bi xeter e lewra edebiyat û felsefe her çiqas nêzî hevdû bin jî di beşên ji hev gelekî cuda ne. Lê tiştê ecêb di vê pirtûkê de ew fikrên li ser olê qet weke zêdehiyekê an jî rexneyekê nehatiye xûya û xwîner aciz nake(ango ez aciz nebûm) Nivîskar heqeten pir zirav û nerm nêzî bûyerê bûye û ji bo van hevokan bikarbîne serlehenga xwe bi mehan di cihekî ku hemî heyberên wê, hemî kesên wê heta ax û ava wê jî di hewzê olperestiyeke hişk de hatine şûştin de kiriye mêvan an jî kiriye girtîyek. Ji bilî vê jixwe milekî romanê heta dikarim bibêjim milê herî xurt yê romanê rexneya baweriyeke hişk û çewt bû. Di cihekî de tîrên xwe yî herî tûj û bi jehrî davêje nîvê dilê ew kesên ku ji serê romanê heta binê romanê rexne dike: "Mamosteya min, tenê kesên ku divê tobe bikin, ew kes in ku Xweda bi mebesta êşandin û nefret lêkirina mirovên din bikartînin, bêyî cîhanekê najîn mirovên din tê de nekiribin kafir; her tiştî jî dikin da ku wê dinyayê biafirînin û Xwedê bo biçûkxistin û riswakirina kesên din bikar bînin, Xweda bi cûrekî şîrove dikin qena bikin dijminê mirov; tenê pêbawer ew in ku pakbûneke derewîn û sexte dibexşînin xwe û pîsîtiyekê dibexşînin yên din, ew in ku nikarin Xweda li wî rexê wê pakîtî û pîsîtiya xeyalî ku wan bi xwe saz kiriye, bibînin." Bawer im piştî vê parafê pêdivî bi tu gotinan namîne.
Hewce nake ez qala zimanê nivîskar bikim lewra jixwe dê di xwendina vê analîzê de jî bê fehm kirin ziman çawa ye.
Divê teqez ez li ser kesayet û xurtiya lehengên jin bisekinim di romanê de. Herwiha yekem car e ez di edebiyata dinyayê de laqayî nivîskarekî zilam têm ku lehengên wî yên jin ji her hêlê ve ji lehengên wî yên zilam xurttir in. Dema min cara pêşî romanê xwend jî ev tişt pir li xweşa min çûbû û bala min kişandibû. Berawirdkirin ne rast e lê dîsa jî divê ez bibêjim ku di lehengên Orhan Pamuk de ez nêzî vê hestê bûbûm lê teqez ne bi vê xurtiyê.
Birastî mirov dikare pirtûkekê jî li ser vê pirtûkê binivîse lê mixabin ne ez ewqasî rexnevanekî xurt im ne jî dixwazim hin tilismên romanê bêhemdî xera bikim û bibim sedemê hin astengiyan ji bo kesên ku dixwazin vê romanê bixwînin.
Bêyî hestên faşîzan dîsa dixwazim bêjim ez gelekî şanaz im ku nivîskarekî me yî wisa xurt û hêja heye. Mala nivîskar, wergêr û weşanxaneyê ava be.