Gönderi

Ferhad Merdê İnsane Helbest
Go ez bêjim wê dengê min pir bilind be, piştre gohê gohmin gohdar bikin. Tirsim berovan jî bikin, ji ber yê go min bin gohê dîwara derewa bixîne Insane.. Tirsim xeyalêk ji xwera çêkim wek çenneta xweda wanda dosta hilpirim, ji ber yêk kabûsa berde xeyalê min Insane.. Bi baskê Azadiyê wek kevoka kê di ezmanê welatê xweda.. Ez newêrim! Ji ber yê go min bi neçîra xwe min bîne xwãr Insane. Ez êsîrê dengê bilbilikê me gohdar bikim, hembêz bikim, lê ez newêrim! Ji ber yê go bilbila li pêşiya çavêmin di kafesa xwe da qêr bike bê deng bike Insane.. Nikarim berê va helbesta xwe bidim lêgerîna rastiyê lê ez bigerim. Ji ber yê go helbesta min kelepçe bike Insane. Kû çavêmin ronahîkê bikeve kesîra nabêjim û nebêjin. Ji ber yê go çavêmin kor bike Insane. Nikarim berê va helbesta xwe bidim lêgerîna rastiyê lê ez bigerim. Ji ber yê go helbesta min kelepçe bike Insane. Li bêr destê qederê ez bûm; êsîr, sêwî, reben, pasek, wûnda û sebeba kû ez xwe qurbana bêrîka xelkê dikim Insane. Ez ditirsim bim aşik ji bo evînêk ne dîar, Û yê go xiyanetê bi min bike Insane. Pirî çaran qey mirinê ketim ez bimirim Û yê mirinê şerîn bike İnsane. Wê çawa Dayîka min ser gora min bibe. Wê çawa Dayîka min ser gora min bibe. Û yêreser Dayîka min jî bigre Insane! Min tobe da çarêkî din ez bêm dinyayê. Min tobe da çarêkî din ez bêm dinyayê .. Ji ber yê go min di devletbûna xwe da dîsa kole bike Insane! Ger Insan wisa be çima Insan Insane. Ka wijdan, ka rûmet, kanî dinç.. Ma gelo ew jî ne para Insane! Ey Insan
·
136 görüntüleme
Yorum yapabilmeniz için giriş yapmanız gerekmektedir.