Gönderi

KEŞTİYA BAYÊ Ji welatê şînê ber bi cotmehê ve baskên perpisandî bûn min çi sermîyan hebe Tu dihatî ji nav refa kewên birîndar, di çavên te de xweliya şevbayê xemê Di sînga min de bêhna pizirkên zaroktiyê ku tikes ne dermanê xwe bû Yek ji nişkê ve radibû, berçavka xwe dişikand, rûyê xwe dimerisand Asoya li pişt kolanan veşartî, gazî dikir ji deşteke bêserûbinî, dilîland Û wî bajarê bi zimanekî din honandî, qesta parsûyên min ên kêrkirî dikir Xizanî, ku dînê evînê ye, li ber rawestgehan ji hev derdixist birû û bijangên me Tu dihatî, mîna ti kes ji ti kesî hez nekiribe mîna ti kes ji ti kesî ji ti kesî Min hestek dimeyand ku jê re bibêjim evîn mîna şemamoka dardekirî xemgîn Kolanên anqere tijî dibûn bi Ezirgana te û kefa destê min bi ramûsanên te Elewiyên şeve bûn em, qulingên demê bûn; me ti fikarek tinebû ji rojê Te stran digotin bi kirmanckiya xwe ya fireh, Çerx û sema digeriya li dor porê te Kûrahîyek, avek, xewnerojek û li şûna simbêlên min bîranînên kitanî Çi dibêjin, belkî tiştekî nabêjin bo xortaniya min a bi du zermemikên te xwêdayî Ji bo xatirê qehweyan û parkan here bibîne wê jûra bi pênûsa min beriqî Bibine ku çi mirîyekî çeleng bûm, teliyayî li ber tîrên gewrebozan Qîzînên serdevraketî, bulwarên streîl; kevnefeodalîteya liberşevêketî Şaşîya bi kevnehavînekê re pal dayî; ku eşq jiyan bû bo min, lê telefat li cem te Niha çi bikim çavikek li dolabeke şikestî nayê, dûkela çermê te li ser lêvan Êvar bihesibîne çûyîna ewran berê min her li ku be, bêje `çûyîn çi peyveke dirêj e` Bêje `tûşî tiştan bûm, bi gellek tiştan dizanim gellekî cemidîm piştî xewnê` Bi rikeke demode di orkestraya qerebalixê de kemaneke jiheddêxwederketî Lê ax nîne ji dilpakîyê zêdetir min ‘ebayek, bi min re diaxêve şûna birîna min jî Navê min bibihîze gava dergîstiyan demê dizîn bi navranên xwe yên qurifokî Bizanibe dilê min bar e li ser dilê min, ku çi mêr bûm gava peyvên te radiketin Te ji hemû şibakeyan li min dinihêrî, min birînek di bîr dianî nizanim di sînga kê de Ketî bûm -meêşîne sîya çûkên êşiyayî-, min xerîbîya xwe dikir li quncê demê Ne hatina şevê bûm ez, ne sotina gulê bûm, mehrûm û qewirî ji paxila derfetekê Ji şerbikên çembilşikestî diçirûsî olana şevê, straneke zîz li pey trênê dixulxulî Weke yekî sebra xwe bi aşkirinê nayne qurre bûm, ax çûyîn çi qasî li min tê Li pey şopa derwêşên hevçerx dibînim ku têr e ax ji xortaniya min a seridî Ji qulingên malên tarî, ji kujînekên qeşemgirtî hatim bi ser şanikên te ve Tu nizanî ey evîn, çawa li destê te dipirsin peyvên ji kevnedastanan pengizî Bayê geliyên dûr li ser enîya min dilîst, dizûriya leylana asoyeke girover Li dora min hevalên kuştî û dayox, ax ku Kurdînî nifira sedsala zikreş bû êdî Ka bibêje çi bû ya ji lêvên te nebarî, ma min jî evînek nebe piştî saxmayînekê Xayîs, xeterok û dilmayî me, nizanim çi me li kolanên gewr ên bajarên radayî Man di dile çûkekî de tiştên te nedayî min ku dilekî sar û ava li hevrazê aşekî bûn Nîvco me, neyarê xwe me, li pey şopa xwe me ku ji xwîna şirîkî dinasim Dipale şeveke ji şevanî paştir gava xewnekê dibinim di xewna xwe de Dipelişe rabirdûyek li pey min mîna hespên serberdayî nedîtî nebînayî Kulmalê mala xwe me, salixdana çîroka xwe me ku wa ji bîr dikî li deverekê Gava pelên dîroka çongan dinivîsîn li ber derazînka demsalê serî tewandin Rabe bide nava qehweyan, tê kevneminekê bibînî di hinavê dûxana zelal de Kovana xwe tamişkî, kesera xwe ji rêzê, rûyê xwe bi gûzanên ko qeşartî A ji kufik û peykerên ecêp mayî; navekî xwe tine li ber destarê şînê -ku Ne bajarê min bû, piştî her şikestinê vedigeriyam ser sê prensîbên şoreşê: Bide pey a zehmettir, berpala xwe li ti deverê xweş neke û biqere here!
·
197 görüntüleme
Yorum yapabilmeniz için giriş yapmanız gerekmektedir.