4.7. Yekîtîya Jinên Kurd
Di vê demê de rêxistinên civakî yên ku hatine damezirandin, yek ji wan û belki ji ya heri giring "Yekîtiya Jinên Kurd" e. Hevsera Qazi Mihemed Mine Xanim, Seroka Yekitiya Jinên Kurd bû. Ji bo çareserkirina pirsgirêkên jinan; hînkirina xwendin û nivîsandinė, tevlîbûna jiyana siyasî û civakî, perwerdeyîya zarokan ù wd. rêxistina jinan hate damezirandin
di çarçoveya benda 21. a destûrtnameya PDKê de ku dibêje;
"Jin ji wek mêran di hemû warên siyasî, civakî û şaristani de xwedi maf in."42
Mîne Xanima hevjina Qazi Mihemed dibêje:
"Qazi Mihemed dixwest hemû jin beşdarî çalakîyên civakî û sîyasî bibin. Jinên Kurd jî bi serfkirina ked û berhemen keda xwe û bi bexşkirina zêrên xwe piştgirîyê didan komarê." Di dema hikûmeta Komara Kurdistanê de, adetén weki sitandina qelenê, mehrkirina keçên zarok û berdêla jinan hatine qedexekirin.
Mine Xanim (Hevsera Qazi Mihemed)
Ji bo jinan dibistanên rojane û şevane hatin vekirin. Di van dibistanan de xwendin û nivîsandin fêrê jinan û keçan dikirin.