Peza ji kerî mayî, para gur e...
Dibêjin kesên ku dererê (ji rê dertên) diçin û ji refa xwe diqetin, bi tenê dimînin. Weke ku tê zanîn bi tenê mayin, bêhêzî û têkçûyîn e. Binyata vê gotinê digihîje serhatiya mîhekê ku ji keriyê xwe maye û gurekî har ew xwariye:
Dibêjin,
Carek ji caran, rojekê li zozanekî mîhek ji keriyê xwe paş mabû, ew û gurekî har û devbixwîn hatin hember hev.
Gur ji mîha ku li pey kerî mayî re got:
-Ezê te bixwim.
Mîhê got: -Stûyê me ji qederê re tewiyayî ye, lew ku dibêjin: peza ji kerî mayî, behra (para) gur e.
101 Gotinên Pêşiyan 101 Çîrok