Akış
Ara
Ne Okusam?
Giriş Yap
Kaydol

Gönderi

George destê xwe vekir. "Heydê. Bide min. Tu nikarî min bixapîni." Lennie dudili kir, bi paş de çû, bi awayekî hov li xeta sincan nihêri, mina ku di hişê wî de ji bo azadiya xwe rev hebe. George bi rûsarî gotê, "Tu yê wê mişkê bidî min, qey divê li te xim?" "Çi bidim te, George?" "Tu baş dizanî çi ye! Ez wê mişkê dixwazim." Lennie bêyî dilê xwe destê xwe dirêjî berîka xwe kir. Dengê wi piçekî qelibi. "Ez nizanim bê ka çima ez nikarim wê bi xwe re bigerînim. Ne mişka kesekî ye. Min ew nediziye. Min ew li ber riyekê veleziyayî dît." Destê George bi awayekî mîrane vekirî sekinî. Hêdîka, mîna tajiyekî ku dil nake here gogê bigire bihere ba xwediyê xwe, Lennie çû nêzîk, xwe bi paş de da, dîsa çû nêzîk. George tiliyên xwe bi şid şîqand, bi vî dengî re Lennie mişk danî nava destê wî.
·
33 görüntüleme
Yorum yapabilmeniz için giriş yapmanız gerekmektedir.