Akış
Ara
Ne Okusam?
Giriş Yap
Kaydol

Gönderi

George awireki bilez da Slim û ew awiren aram & yezdani li ser xwe ditin. Bi dû re, George got, "Ecêb e. Min bi wi re gelekî kêf kir. Ji ber ku hingi gêj bû û nikaribû xwe biparasta, min henek pê dikirin. Lê ji ber wê gêjiya xwe nizanibû henek ji pë têne kirin. Min kêfa xwe kit. Ez li ba wî geleki jir xuya dikim. Ez çi ji wî re bibêjim, wê bike. Ku ez bibêjimé, bide ser kortalcké ú bimeşe, ew ê bimeşe. Piştî demeke, ev tişt ji meriv re êdî nabe kêf. Çu caran ji van tiştan naqehire. Min carcaran wisa li wî da, ew hûrxaşî hev kir, lê ew jî bi tenê bi lepên xwe ve dikare temame hestiyên laşê min bişikéne, lê heta roja îro wi tiliya xwe li ber min ranekiriye." Dengê George qelibi ser rengê mukirhatinė. "Tu dizani çi hişt ez vê yekê bidime sekinandin. Rojekê, çend zilam li ber Çemê Sacramentoyê sekinîbûn. Min xwe geleki jir dihesiband. Min berê xwe da Lennie û gotê, "Xwe bavêje navê." Wi ji xwe avête navè. Qulaçek ji avjeni nizanibů. Beriya ku em xwe pê re bigihînin, tu nemabû bixeniqe. Bi dû re ji bi min re gelekî baş bû, tevî ku min ew girtibû ji ave derxistibû. Ji zû ve ji bîr kiribû ku yê ku jê re gotibû, xwe bavêje nava avê ez búm. Bi dû re, min careke din tişteki wisa ebeden nekir .
·
43 görüntüleme
Yorum yapabilmeniz için giriş yapmanız gerekmektedir.