Akış
Ara
Ne Okusam?
Giriş Yap
Kaydol

Gönderi

George bi gotina xwe de çû, "Her şeş mehê carekê, an jî di wan deman de, wê kêvrîşkên mê bizên û her wiha ji bo xwarin û firotanê wê birrek kêvrîşkên me hebin. Ji bilî wan, wê çend heb kevokên me jî hebin, ew ê li dora aşê bê bifirin, her wekî çaxa ku ez zarok bûm dikirin." Bi coş û peroş li jora serê Lennie, li dîwêr nihêrî. "Ú ew ê yên me bin, wê kes nikaribe me biqewitîne. Ku kêfa me ji yekî re nehat, em ê bikaribin bibêjinê, 'Bicehime here ji vir, ew ê jî ji mecbûrî lê de here. Gava ku hevalek di texma me re derbas bû, wê nivînekî zêde hebe, em ê bibêjinê, "Tu çima şev li vir namînî?' ew ê jî bimîne. Wê kûçikekî me yê nêçîrê û du pisîkên me yên xetxetî hebin, lê divê haya te ji pisîkan hebe ku kêvrîşkên biçûk nerevinin"
28 görüntüleme
Yorum yapabilmeniz için giriş yapmanız gerekmektedir.