Gava em ketin nav rezê tirî welat hate bîra min. Lê paşê tavilê hat bîra min ku niha rezên welêt jî hatine şewitandin. Ez dixwazim xwa hebekî ji ramanên şewat, kuştin û koçberiyê bi dûr bixim û ji xwe re li xwezaye rengîn temaşe bikim, lê ramanên min yên hundirîn zora min dibin.