Ji xwe hewce nake em qala hêza pênûsa Mehmed Uzun bikin û hewce nake pêsnê pênûsa wî bidin. Jixwe mirovê ku carekê tehma berhemên Mehmed Uzun kiribe tu carî naxwaze ji wê tehma bêpar bimîne.
Bi kurtebir pirtûk;
Di rêwiteyeke ber bi xeribiyede de rasthatina kalekî rind…
Kalê rind; zaneye şop, reh, çand û mirovahiya welêt.
Pirtûk gelemperî bi axaftina Serdar û Kale Rind derbas dibe. Di nav her axaftine kalo de Serdar bêhtir meraqa kalo dike û dikeve şop û rêça nasîna wî. Kale rind jî berê Serdar hercar dide reh û rêça zimên.