Akış
Ara
Ne Okusam?
Giriş Yap
Kaydol
Gönderi Oluştur

Gönderi

392 syf.
·
Puan vermedi
Heyfa Kurdî! û nirxandinek li ser nirxandinan!
Cara yekem e ez ê nirxandinek binivîsim di vê sepamê de. Ya rast ez ê nirxandin jî nekim dibe ku paşî nirxandinek bikim lê niha dixwazim qala tiştekî din bikim. Wek serenav, min bi taybet "Heyfa Kurdî" hilbijart. Ji xwe ez ê li dora vê serenavê binivîsim. Dê kurt û Kurd be. Yanî hêviya min bi Kurt û Kurdek ve ye:) Pirtûka li dora jiyana Mîr Celadet digere û bi piranî qala jiyana wî dike. Lê di binî de qala jiyana Kurdan, eşîrên Kurdan, Birokratên Kurdan û werhasil qala Kurdan dike. Naxwazim bikevim nirxandina pirtûkê lewma min got werhasil bila xwîner li qisûra min nerênin. Ez naxwazim nirxandin bikim niha. Min pirtûkê berê xwendibû ji xwe û ev cara duyem e dixwînim. Ev xwendina duyem ji bo @KomaXwendinêYaBatmanê ye. Min nirxandina xwe nivîsand û amade me ji bo şêwra komê. Cara yekeme min xwest nirxandinên di vir de bixwînin û nêrînên kesên din jî bixwînim. Û min xwe li xwendina nirxandinên vê pirtûkê da di vê sepanê de. Nêzî heft nirxandinan min xwend û ez aciz bûm ji xwendinên wan û min tenê li nirxandinan nêrt ka bi kîjan zimanî ne. Gelek kêm ji wan bi Kurdî ne. Hema hema tev bi tirkî ne:) hûn jî dikarin çavdêriyek bikin tev li cihê xwe ne ji xwe. Yên ku min xwendin tev qala pîrozahiya keda Mehmet Uzun ku ji bo Kurdî daye û pîrozahiya têkoşîna Mîr Celadet ku ji bo Kurdî daye dikin. Tev jî bi xwendina vê pirtûkê pir kêfxweş in! Heta tev jî tepan li xwe dixin û dibêjin me çawa heta niha nexwendiye! Têr nake bi nasîna Mîr Celadet pir bextewar dibin û bi xebat û têkoşîna wî ya ji bo Kurdî pir serfiraz in û bi dereng nasîna Celadet jî pir xemgîn in! Pesnê Hawar û Ronahiyê jî pir didin! Têr nake ji wan be dê vê berhema bêpayan û bê mîsal û qerase bi hemû Kurdan bidine xwendin! Xwendina vê behemê ji bo hişmendiya xwedî derketina li Kurdî û rewşenbîrên Kurdan pir girîng jî dibînin! Lê tev Bîra Qederê bu tirkî xwendine:) Piştî wî? Li xwendinên wan dinêrî tirkî têra xwe serdest e dîsa. Yanî him şîretan dikin di nirxandinên xwe yên xwedêngiravî de! Him bi şîreta xwe nakin:) Werhasil min jî îşev ji dêvla we şerm kir! Lê dixwazim di dawiyê de jî vê bibêjim; Yên wisa her hebûn û dê her hebin jî lê hebûna wan dê nikaribe zirarê bide motîvasyona me. Em ê her di şopa Mîrê Kurdî Celadet de bin û fêrî Kurdî bikin. Kurdî bidin xwendin. Kurdî bidin nivîsandin. Kurdî bidin axavtin. Heyfa Kurdî ku di vê halê de ye lê em ê her di hewildana heyfildana Kurdî de bin. Çi ji me hat xizmete ji bo neteweya me. Neteweya me hêjayî hemû tiştên xweş û baş e.
Bîra Qederê
Bîra QederêMehmed Uzun · İthaki Yayınları · 20133,321 okunma
·
129 görüntüleme
Medine Tekin okurunun profil resmi
👏👏💚🍀
Yorum yapabilmeniz için giriş yapmanız gerekmektedir.