Mem û Zîn
41. Derketina Tacdîn a ji dîwanê di wê demê de, şewitandina mal û milkan di rêya rizgarkirina Memê de
Tacdîn nerî ku civat xweş bûye
Pir bi kêf û zewq gelek geş bûye
Mem tenê dilkul, serî di ber de
Çû gotê: Bira çi ye xeber de!
Lê bi nîşana çavan û destan
Wî li gel Memê kir ew xeberdan
Memo jî ji hûçikê ebayê
Destê xwe kişand, tiştek rê dayê
Tacdîn du kezî dîtin reş tarî
Mîna du şehmarên ser bi morî
Li hev alandî di paşla Mem de
Mem jî mat maye di derya xem de
Tacdîn zanî bû ku xirab e hal
Rabû û bi lez berê xwe da mal
Dema ku bi kerb hat di derî re
Sitî ew nas kir gotê: Te xêr e
Çima ey leheng tu dilezîne
Ka neyar û dijminê te kî ne?
Got: Sitî rabe li min dereng e
Îro min bi mal re şer û ceng e
Ev mal yê min e bo te ye mindal
De wî xelas ke wê biçe ev mal
Sermiyanê jîna min Mem û Zîn
Niha di rewşek xirab de dijîn
Ketine gerînekek pir dijwar
Ez jî dixwazim wan bikim rizgar
Xelk vedimrînin agir bi avê
Ez dê vemrînim bi agir avê
Mala xwe weke Zerdeştiyan
Şewitand û da qîr û gaziyan
Agir ku gihişt wan xan û manan
Wî da hewar û qîr û fixanan
Xelk hemî rabûn derçûn ji hindir
Tev de çûn da ku vekujin agir
Ku xeber gihişt mîr û xulaman
Derketin hemî xanî vala man
Wan jî ku berê xwe dan hewarê
Memê evîndar wa gote yarê:
Ma te dît Tacdîn bo me çawa kir?
Wek Mûsa derya xeman zuwa kir
...
Yan jî mal xerc ke tu mîna Tacdîn
Bo xwe navekî ebedî bistîn
Yan tu pê çêke hevalekî qenc
Ew çêtir e bo te ra ji sed genc
Ehmedê Xanî