Aşiq er carek ji bala lê bidit berqa mecaz
Dê li nik sahibdilan hetta ebed bit serferaz
Keşfê esrarê sifatan bê mehebbet nabitin Sûretê esma divêtin da bikîn jê fehim raz
Lami'a husn û cemalê dê ji 'ilmê bête 'eyn
'Işqi da jê hilbitin kî dî heqîqet bê mecaz
Husn û hub bê yekdu nabin dê bikin şah û geda Nûri nadit şu'leya Mehmûdî bê şem'a Eyaz
Me'neya 'işqê dizanî ayeta husnê bixûn
Da tu herfên muhbetê yek yek ji hev kî îmtiyaz