Akış
Ara
Ne Okusam?
Giriş Yap
Kaydol
Gönderi Oluştur

Gönderi

Teşkilata Medreseyan li Kurdistanê
Alimekî ku îcazeya ilmê bigirta, diçû li gundekî, tenê ji bo riza Xwedê Teala medreseyek vedikir. Eger îmkan û derfetên wî hebûna, wî bi xwe îhtiyacên wê pêk dia- nî. Eger na, gundiyan ew wezîfe bicîh dianîn. Çawa ku seyda dersa telebeyan ji bo Xwedê, bê heq û ucret dida, gundiyan jî îhtiyac û aboriya wan digirtin ser xwe. Yani hemû telebeyan xwarinên xwe ji malên gundiyan dia- nîn. Gundiyan çi xwarin bixwara, rojê sê danan didan telebeyan jî. Carinan jî wî kesê ku medrese ava kiribû, xwarina feqiyan temîn dikir. Di van herdû rewşan de jî ji wê xwarinê re bi Kurdî digotin "ratib". Feqî û telebeyên medreseyan salê carekê ji bo komki- rina zekatê derdiketin gundên der û dora xwe. Bi vê ze- katê ve pereyê cil û bergên xwe temîn dikirin. Mela Seîd di vî mudetê telebetiya xwe de qet neçûye zekat û ratibê. Lewra di nezera Mela Seîd de çûyîna rati- ban her wekî ku mirov li ber xelqê destê xwe veke û husti yê xwe xwar bike, wisa lê giran dihat. Lewma hewcedarî bi girtina zekatê jî nekir. Heta dema ku hevalên wî di- çûn zekatê, ew nediçû û tenezzulê wê nedikir. Gundî pê hesiyabûn ku Seîd li xwe danayne ku here zekatê hilde, lewma mutehessis bûn û di nav xwe de jê re hinek alîka- ri kom kirin ku ji yên wan hevaldersên wî yên ku ji bo zekatê digeriyan zêdetir derket. Wek hediye ji bo xercki- rinê tînin didine wi. Wî ji ber îhtimala minnetê, ev pere negirte ser xwe. Da birayê xwe Mela Ebdullah.
·
48 görüntüleme
Yorum yapabilmeniz için giriş yapmanız gerekmektedir.