Hêja û ezîzê li ber dilê me Mihemedê me dîsa bi pênûsê peykerên antîk û zindî afirandiye ,bi zimanekî hêsan , têgihiştî û bi taybetiya qelema xwe .
Xwedê cihê te bihuşt bike bab ...
Bi rastî ez naxwazim dûr û dirêj qala vê pirtûkê bikim ji ber ku , di her rûpelekê,di her ristekê û di her hevokekê de rihê min û bedena min dilerizî.
Min hertim xwe nêzikî Memdûh Selîm beg hîs kiriye û êdî ezê bêhtir xwe nêzikî wî hîs bikim .
Jiyaneke wisa bifikirin ku di gel xweşiya hertim êş û azar bi serketiye.
Memdûh Selîm beg, Îskender begê Wanî xebatkar, xizmetkar û çiraya welat û milletê xwe.
Jiyaneke ku li bajarê kevnare li bakurê Kurdistanê li wanê dest pê dike .
Piştî wanê li Stenbolê beşdarî bûna doza Kurdistanê, serdemeke sîûda xemxuriya welat di nav xebat û têkoşîna welat de , xortekî bi lez dostê Mîr û xemalên kurd . Damezrînerê rojname kovar û rêxistinên kurd.
Li Fransayê welatê xeribiye,di nav behra klasîkên fransî û cîhanî de gera sûdê ji bo welat û îşqê .
Li Antaqîyayê li ber xezaba evîn û xebata rizgarîxwaza gelê bindest, dostê hemû miletên bindest. Efendiyê kurd evîndarê keça Çerkez Ferihayê ,di navber Şam , Antaqîya ,Heleb û Beyrût û bêgûman çiyayê Agirî. Salên şer , pevçun, neçarî, koçberiyê û windakirina serhildan û evîna bêhempa, evîna Xezalê ( Ferihayê) .
Dîsan jiyaneke xemgîn ,êş ,kûl û benda mayîna Xezalê .
Û êşa Cembelî mîrê Hekkarî û Binevşa Narîn...
"Sal 1922. Pencereyek û merivekî li ber. Kî? Rûyekî gulover, çavên reş wekî komirê, porê kin û şehkirî, eniyeke fireh, guhên stûr, bîvi- leke xweşlihevhatî, simbêlê zirav û lêvên ken- tijî. Kî? Bejna zirav, kincên xweş, qiraweta hewreşîmî û dûmana cixarê. Kî? Fikir û guman, bîr û şik. Kî?...
Memduh Sêlîm. Ronakbîrê kurd, bîrewerê gelê bindest û evîndarê xweşiyan Memduh Sêlîm Beg. Nivîskar û berpirsiyarê kovara Jîn'ê Memduh Sêlîm Begê Wanî...
Iskender Beg?
Delaliyê bav û kalikê xwe. Xortê bejnzirav yê bajarê kevn û rengîn Wanê. Efendiyê xortên kurd yên Stembolê. Pêxasê meyxanên Galata- yê. Dilovanê dengên xweş. Hosteyê araqve- xwarinê. Yek ji damezravanên Komela Xwen- dekarên Kurd li Stembolê, Hêvî, 1912. Nivîs- kar û berpirsiyarê kovara Jîn'ê. Yek ji damez- revanên rêxistina kurdî Teşkilat-î Içtimaiye. Aware û derbederê welatê xerîbiyê. Dildarê evînê, Xwediyê kevokên aşqê. U niha jî yek ji damezrevanên Partiya Xoybûnê...
Ronakbîrekî nûjen di navbera rojhelat û roj- ava de.
Yanê Memduh Selim Beg.