Bi rastî jî tiştên ez bînim ziman gelek in. Him jiyana min him jî jiyana derdora min di vê pirtûkê de xwe veşartiye. Lê beramberî zanînê em hê jî di heman aloziyê de xwe dipeltinînin. Çawa nivîskar jî aniye ziman yan em nexweş in(sakat) yan jî em nîn in. Li gor wî, em hemû xisaret in, hebûna me bi me hatiye dizîn û leystin. Di warê derûnî de mirov xwe pir xirap hîs dike lewre tiştên xweş, baş,erênî û hwd. Ne gengaze ku mirov wan rûpelan de bibîne. Bi xwendinê a dikeve para me(giştî) xemgînî,êş,valahiya hestan,xirabûna derûnî; û ya baş jî xwe naskirin û nêrîneke hevpar dide rûniştandin. Her ku çiqas pênaseyên ne di cih de hebin jî gelemperiya nirxandinan di cih de ne. Ew ji me dizane, em ji xwe dizanin...