Hevalno... adet û ûsil, tarîx û zeman singê konê milet û welatan e. Bêbext û telaqreş dijminê vî tiştî ne. Xelkê ku li vî tiştî xwedî derkeve, rûgeş e, xelkê ku xwedî dernekeve, rûreş e. Bila rûreşî ji me dür, rûgeşî armanca me be. Li welatê me adet e, di destana Memê Alan de bûye, şîn bi darê şîne heye. Dara şîne dixemile û xelk li şîne rûdine.