Gönderi

Berî ku rawestgeh bigihin tirênan, û ramûsan biherikin qiblegeha lêvên xwe, û li ser wan hişîn bibin, mîna nimêjekê ji gîha û beybûnên hesretê. Berî ku jêrzemîn bazbidî baranê, û xilxalê lingê xwe; yê ji ava şehwetê, li pêş xêlvaniyên bûka wê bişikîn î. Berî ku Hêlînên çîvçîva nîvrê, demsalên nîvrê, oxira nîvrê, dest û destmalkên nîvrê, xwe dalînin hechecîkên hembêzên xwe. Berî ku destên te tî, mîna panava navbera min û te û wê stiranê, ji çinîna baranê veger in. Berî ku tu bibe xwezî û xwezî bibe em û jena dilê tembûra wê stiranê, ez dê bibim rêyeke dirêêêêêêj, dûr û dûr û dûûûûûr, daku wisa tî mîna qûmistanê, birçî mîna nan û xwêya navbera min û te û wê êvarê, fereh mîna mirinê, aşiq mîna şeva hembêza te û bi hesret, mîna navê te, ez qista bejahiya gavên te, bikim, g a v ê n te!!!!
·
7 görüntüleme
Yorum yapabilmeniz için giriş yapmanız gerekmektedir.