Gönderi

Nizanim wê kîjan cejna te Careke din pêrgî helbesta min bê lê eger hat..!! û te li şûna hevdîtina yekemîn ji blî bayê û xweliya danênn şewitî ti helbest nedîtin... eger hat..!! û te ji bilî laşekî û pêjna mirineke kevin ti cejn nedîtin wê ji te re bêjin: ....." ewê ku cejna te li helbesta wî digere, helbesta xwe ya dawî di şûşeyên berbangê de şikandin. hemû pirtûkên pîroz di sûndekê de şewitandin û artêşa xwedayên şikestî - poşman- Ji ber dergehê mizgeftên xwe vegerandin. ……… Êdî ne helbest, Ne nimêja li ber lingê xwedayên şikestî Têra libendêmayîna cejna te dikirin!!...." .......
·
20 görüntüleme
Yorum yapabilmeniz için giriş yapmanız gerekmektedir.