Gönderi

Xweziya tu tiştekî din bana Tiştekî min bana Tiştekî ji bilî ku ti niha Ewî… Dayik ba Xwişk ba Rengê ezman ba Yara min ba Yan jî tiştekî din Tiştekî ji bilî ku ti niha Ewî.. û salê carekê Cejn pêrgî şeva min û te Bihata Wê hingê Ezê di hembêza çîrok û çîvanokên te Razama… razama… û Berê sibê Ku te giriyê minî xilmaş Bidîta Te yê bizaniya ku Di hembêza cejna te de Girî jî biqasî Ramûsanekê Xweşike. Wê hingê Te yê hêstirên minî ku Ji mêj bêriya riwê te kiribûn Ji xew şiyar kira û Te ji min re Yan min ji te re Bigota …cejna te pîroz be…. Minê rojekê Kurte çîroka evîna Derya û azmanan û rengê şîn, i tere bi gota lê heger ku ti tiştekî din bana tiştekî ji bilî ku ti niha ewî dibe ku carna min ji tere bi gota Dayê… Xwişkê… û carna jî yarê Lê salê carekê Ku cejna te Li asoya desta Eyindîwerê Pêrgî rengê evîna min û te Bihata, erê sibê Teyê hêstirên minî Ku ji mêj bêriya Kenê te kiribûn, ji xew şiyar kira û te jimin re yan min ji tere bigota …..cejna te pîroz be….
·
16 görüntüleme
Yorum yapabilmeniz için giriş yapmanız gerekmektedir.