Gönderi

kerbên min ên hezar salan li ser zimanê min zîl da ne zimanê min dara tû yê bi serê zimanê xwe tû dikim rûyê zexeliyên bêxîret şaxên zimanên min birrîn hezar şax aj dan li vî welatî mirin bi neheqî tê jiyîn jiyan ji neheqiyan dimire di bexçeyên dîroka Amedê de kakota seriyên wendayî zîl didin ji nû ve xwedêyo..! tu mirina bi mêranî bikî para her kesî me miriyên xwe bi xwînê şûşt bi axê veşart ava jiyana me miçiqî xwedêyo..! ka xewna Xanî..! welato..! eniya axa te maçî dikim, bi deqên lêvan. xwedî welat bûm niha li ber deriyê dîrokê bi lavahiyan parsekiya welatê xwe dikim serê min jê dikin aj didim laşê min dişewitînin dibişkivim ditirsim ku li Derê çiyê -di sêdarê de zimanê min daleqînin ez ê bimirim.
·
148 görüntüleme
Yorum yapabilmeniz için giriş yapmanız gerekmektedir.