Gönderi

Ji êvarekî Amedê
Ji êvarekî Amedê gazî dikim nekesekî Di devê min de gotinên stranekî dişibe ewran Ji bîra min çûyî lê li ser zimanê min e Çi bû navê min? Birînek çavtirsandî me nikarim xwîn bibim Diteve rasteqînê li kulmika demê Hêdî hêdî kevirek im li ber vê êvarê Hemû al ji jor de li min dinêrin Û li vê neqebê kesên ne kurd hemû tirk in. Şerm dikim behsa kenê xatûneke bikim Di bêrîka min de nasnameyek dişibe çêreke negotî Aş nabe kelajin û hezkirinê Û li ser kevirê mezelan piste piste pêşerojekî Gelo dibe ku yê mirî ez bim? Li êvareke dişibe esrî diponijim Heyv bi bejnekî bilindtir e ji tavikê Li deriyê mêrdîn qîzên bisqirhan gûzan belav dikin Li jêr hişê min fîke fîka bayê Hemû neqebê şîreta terikandina wî warî dikim Dema qismet belav bû di xew de bûm Min çend zivistan qedand bi cilên zarokên xelkê Û di bêrîka min de nasnameyek xerîbiyê tîne bîra mirov Ez ne darek kizwanê bim gelo çi me? Tenêtî sosret e li ber hêt Li qiraxan ba xwe bi erdê re kaş dike, li ber serê xew herimiyan teqe reqa alavên şikestî Nizanim kîjan lampe man li ber wê çîrokek nexwilikî Li kîjan kuncikê toz li ser serê min neket Ev demek dirêj e xwe ji stranek nas dikim Navê min ê rastî di şikeftekê de weşartî Û tehma devê min dişibe hilmek cixareya xwirîniyê parijî Li êvareke Amedê ez ê ji xwe bikim cilên zarokên xelkê Aniha li hember xwîşîna şepên dîyarbekir Li ber qefika bircan şarekê didurim Ji kils û hecerê , di bêrîka wê şarê de nasnameyek suretê li ser, bi min re dikene Axx! Ew ken çiqas dişibe min..
·
125 görüntüleme
Yorum yapabilmeniz için giriş yapmanız gerekmektedir.