Roj derbas nabin
Bê te nikarim
Welleh nabe billeh nabe
Bê te nikarim
Bi çipeçipa dilê te
Dilê min xwe ve dihat
Di hembêza te de
Û hembêza min
Nadim bêhna te
Bi sed biharî
De were
Em bi nû biafirin
Serêm gêj dibe
Bi dûyê cigarê
Demek hebû
Bi evîna te
saleke jîyan
Didome valahî
Her roj tehl
Bê tehma te
Xwezî , gazin
Ji çavêminê şil
Xewa didizin
Bê dawî bê dawî
Bîne bîr
Bi evînê har dibûn
Winda bûn
Hev cûda bûn
Neha tu dibê
Ew xwe re nû
Ava kirîye dîsa
Jîyanek bêraman
Haja te pê tine
Dihelim her gav
Bê te bê hal
Jîyanek nû tine
Ji bo ku tu yî jîyan
Min bipirse
Ji van stêrkan
Her şev çawa
Şeva tarî dikim
Gava bi te
Rû dibû rû
Nêrînek ji dil
Xweştir dibû
Ji hemî cîhan
Welhasil
Dev jê berde
Kul kulê min in
Kul ne li gor te ye
Xatirê te...
( Pîrhevok 13.07.2022 )